Beyto Can dev ji alkolê berda

Hûn xalê me Ceyto Can nas dikin bawerim. Ewê ku ”agir ketibû dilê wî û xew nediket çavê wî” ha.

Axir, xalê me Beyto Can demekê bûbû hêsîr û koleyê alkolê. Alkolê ew dida ber lotik û zîtirkan û bûbû bela serê wî. Li gora ku fitne û fesadên bajarê Stockholmê dibêjin, xalê me Beyto Can taştê wîskî, firavînê bîra û şîvê jî eraq û votqa vedixwar û pê mest dibû. Ji xwe heta venexwariba îlhama çêkirina stranan nedihat wî û dengê wî xweş nedibû.

Ez serê we neêşînim, dîsa li gora fitne û fesadên bajarê Stockholmê dibêjin, dibêjin xalê me Beyto Can bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku êdî alkolê venexwe, tobe kiriye û berê xwe daye vexwarina şîr. Dibêjin wê êdî xalê me Beyto di şûna bîra, şerab, eraq û wîskîyê de şîr vexwe û xwarinên bi şîr bixwe.

De li ser xêrê be xalê Beyto!

Xwedê te ji wê bela alkolê xilas bike rebbî!

Xwedê şîrê çêlekan ji te qut neke rebbî!

Tew ji xwe tu şîrê mîh û bizinan vexwî hê çêtir û bi faydetir e ha xalê Beytoooooooo!

Stockholm

About The Author