Jeremy Macadie dixwaze bibe mamê Kurdan

Konsolosê Brîtanya yê Hewlêrê Jeremy Macadie, çavê xwe berdaye kursîya Mam Celal û ji niha ve dixwaze bibe mamê Kurdan. Li ser bextê rojnama ?erqulewsed be, dibêjin Jeremy Macadie...

Konsolosê Brîtanya yê Hewlêrê Jeremy Macadie, çavê xwe berdaye kursîya Mam Celal û ji niha ve dixwaze bibe mamê Kurdan.

Li ser bextê rojnama ?erqulewsed be, dibêjin Jeremy Macadie hevpeyvînek qerase daye rojnama ?erqulewsed û çend lotikên balkê? avêtine.  Jeremy Macadie, gotiye ku ew pir ji xwarinên Kurdî yên wek dolmik, serûpê, kutilk û rovîyên he?andî dike û ji van xwarinan têr nabe.

Jeremy Macadie, di hevpeyvînê de gotiye:“Ez dixwazim ku Kurd ji min re bêjin – Mam Jeremy“

Mam Jeremî herweha gotiye ku ew dixwaze heta bi mirnê li Hewlêrê konsolostîyê bike û ew naxwaze dev ji Kurdistanê û wan xwarinên xwe? berde. Jeremy Macadie herweha gotiye ku welatê wî Brîtanya di dema Osmanî de Kurdistan dabe? kiriye û kiriye çar parçe, lê di vê dabe?kirinê de sûcê mezin ê Kurdan bû ji ber ku Brîtanya dixwest Kurdistanek serbixwe damezrîne û Osmanî parçe bike, lê Kurdan xwe û welatê xwe kirin bi qurbana îslamê û dek û dolabên cewrikên dewleta Elî Osman.

Ez serê we neê?înim, Jeremy Macadie ji Kurdan û nexasim ji xwarinên Kurdî pir hez dike gelî xwendevanan. Lê mesela ku ew dixwaze em jê re bêjin „Mam Jeremy“ ?ik û gumanan di serê min de çêdike ku wî ji niha ve çavê xwe berdaye kursîyê Mam Celal ellawekîl.

Yaw ma heta mamê me Mam Celal sax be, em ji kesekî din re dibêjin „Mam“ kaka? Ma heta Mam Celal bû mamê Kurdan hindik elok xwarin baba, wî!

Îcar Mam Jeremy haaaaa!?

Ka hinekî bêhna xwe fireh bike oxlim, ka berê çend tenûr nan, çend dist dolmik û kutilk, çend ton serûpê û hezar kîlometro rovîyên he?andî bixwe û pi?tre doza mamîtîya Kurdan bike cîgerim, wey!

Axir, ji kerema xwe bero?ek kutilk, serûpê û rovîyên he?andî ji Mam Jeremy re bi?înin gelî xwendevanan. Her me nikarîbû bi bapîrên wî yên Ingilîz, qe nebe em heyfa parçekirina Kurdistanê ji Jeremy Macadie hilînin we go çi!?

Hewlêr

Categories
Kadîn
One Comment
  • rizgar
    26 Juli 2010 at 15:32

    yaw ma ve havina be iman u kutilk u rovi u ser u pe bi xode min got eze disek yan sitilek meyr bishinim j bo ev bebav bela xwe ji heci u kursiya wi bede te got chi ez qurban

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...