Bi 6 telaqan sûnd xwar û got: Wê Kurdistan ava bibe

Kurd ber bi dewletbûnê ve hespên xwe dajon û dibezin. Her çiqasî dewletbûna Kurdistanê ji hinek Kurdên xwelîser re heram û paşverûtî be jî, xuyaye wê ev tira wan di qûna wan de bibe fis û bixwazin nexwazin, Kurdistan dibe dewlet. Êdî ne ew Kurdên xwelîser û çeqilmast, ne Nûrî Malikî, ne sofîk û melayên Îranê û ne jî dewşîrmeyên Tirk karin rê li ber dewletbûna Kurdistanê bigrin.

Avabûna dewleta Kurdistanê êdî ji gellek siyasetmedar û rêvebirên cîhana medenî re wek mirêka (eynika) erd û ezmên zelal û eşkere bûye, bûye rastî. Her çiqas rayedarên dewletên dagîrkerên Kurdistanê li qûna xwe zor tînin û naxwazin rastîya avabûna dewleta Kurdistanê qebûl bikin jî, wek dibêjin “Şam dûr e, lê mişar ne dûr e”.

Kevnewezîrê derve yê Tirkiyê û diplomatê ku herî zêde li Rojhilata Navîn lotik avêtine Yaşar Yakiş, di derbarê avabûna dewleta Kurdistanê de ji çapemenîya Tirko re axivî û da lotikan.

Yaşar Yakiş abêmiz yekem wezîrê derve yê desthilata AK Partî bû. Yakiş, destnîşankir ku divê dewleta Tirk dev ji serhişkîyan berde,  têkilîyên xwe bi Kurdan re xweştir bike û divê vê rastiyê bide ber çav ku ew bixwaze nexwaze dewletek Kurd ava bibe.

Yakiş, di dewamîya axavtina xwe de got: „ Kurd karin dewleta xwe jî ava bikin û wek federasyon jî bimînin. Karin tirşikê jî bixwin, savarê jî. Ji kê re çi babam?  Di her halûkarê de ya rast ew e ku Tirkiye rêzê ji vê iradeyê re bigre qardaşim” û pêde çû.

Yaşar Yakiş abêmiz, anî zimên û dîsa got: „Bi şeş telaqên jinberdanê,  civata navnetewî zane ku 35-40 milyon Kurd neteweyek herî mezin e û bê dewlet e. Em bixwazin nexwazin rojekê wê dewletek Kurd bê damezirandin û wê ew pêvajo berdewam bike. Divê em pelûla germ bi serê xwe danekin û vê realiteyê bibînin cîgerim” û keserek kişand.

Werhasilî kelam, êdî siyasetmedarên Tirk jî rastîya dewleta Kurdistanê dibînin û hesabê xwe û Kurdan dikin. Lê çi hikmet be hinek Kurdên xwelîser û çeqilmast çavên xwe ji vê rastîyê re digrin, xwe kerr û lal û kor dikin û li dijî dewletbûna Kurdistanê derdikevin.

Law oxlim, vaye yekî wek Yaşar Yakiş jî pelûla germ bi serê xwe danake û rastîyê qebûl dike.

Ma hema pelûla „Xelkên Xwelîser“  bi serê we de rijiyaye heval!

Mêrdîn

About The Author