XALÊ QAFSIPÎ !

Rêwîyê Kal

Tahiro ne temen dirêj bû, lê bi sedemek nediyar porê wî sipî bibû. Di gundan de navûnûçik leqeb lêkirin meşhûr in, çima ku porê Tahiro sipî bû, jê re digotin “qafsipî”.

Rojekê wê biçin zevîyê genim biçinin, ji bo alîkarîyê Seyfo ji kurê xwe re got: “ Here mala Tahir bêje bavê min gazî te dike.”

Kurik got: “ Bavo kîjan Tahir?”

-Law çawa kîjan Tahir? Ma tu Tahiroyê qafsipî nas nakî ?”

Kurik berê xwe da taxa jorê çû ku gazî Tahiro bike, bala xwe dayê waye Tahiro cihoka avê bi bêrê vedike ku bostên av bide.

Ji dûr ve deng lê kir: “ Xalê Tahir ! Xalê Tahir!”

Tahiro serê xwe bilind kir, li kurik mêze kir, bersiv neda banga wî.

Kurik bi hêrs heta jê hat bi qêrîn got: “ Xalê qafsipî ! Xalê qafsipî ! “

Tahiro bi vê navûnûçikê gelek aciz bû, gavek ber bi kurik avêt, bi dengeke nerm got: “ Ha bavê xalo, guhên min baş nabihîzin, hela were nêz tu çi dibêjî.”

Kurik jê bawer kir ber bi Tahiro ve çû got: “ Xalo bavê min dibê bila were alîkarîya me bike, wê genim biçinin.”

Tahiro him kurik guhdar kir him jî nêzî kurik bû, ji nişka ve serê kurik kire bin çenga xwe û di çihoka avê de di nav herîyê de razand.

Bi hêrs jê re got:” Kê ji te re got ku tu navê min dikî qafsipî? “

Kurik gelek tirsîyabû û bi kelogirîn got: “ Xalo wele sûcê min nîne, bavê min got Tahiroyê Qafsipî.”

Tahiro kurik berda jê re got: “ Tu here, ezê niha werim. Ji bavê xwe re jî bêje bila fedî bike, qafê xwe yê keçel bi şevqe vedişêre lê ji min re jî dibê qafsipî ne.”

Werhasil…

Partî û sîyaseta Kurdan jî wek vê meselê ye, kêmasîyên xwe, şaşîyên xwe, çewtîyên xwe nabînin dijberên xwe sûcdar dikin! Pîvana Kurdayatîyê nirx û rûmetên Kurdistanî ye. Xîret û xizmet xebat û lebat divê ji bo Kurdistanê be.

Yên li pey Tirkîyayîbûn, li pey demokratik Sûrî, li pey demokratik Îran û demokratîk Iraqê bin ne Kurdistanî ne.

Sîyaset bi qilo pilo nabe, divê bi Kurdperwerî bête meşandin cîgerno.

Cejna we ya qurbanê pîroz û bimbarek be !

About The Author