Mêro cîhgirê MÊHDÎ ye bavo!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 1

Xuyaye ev jî nexwe?îyek e. Hema çi kesê ku hinekî bi eraqa serokatîyê serxwe? dibin, yan xwe dikin pêxember, yan xwe dikin cîgirên pêxemberan û yan jî ha?a min hizûr, tew namîne ku bêjim “em xwedê ne” jî. Nexwe?îya serokên nexwe? jî ev e. Ji vîrûsa AÎDS û ?ewba mirî?k û berazan jî xerabtir tîne serê wan ellawekîl.

De binerin bê serokê olî yê Îranê Ayetûllah Hamaney çi gotibe ba? e.

Ayetûllah Hamaney, di axavtina xwe ya siyasî de lotikek bergîlkî avêt û behsa hatina MÊHDÎ kir.

Hamaney di axavtiba xwe ya siyasî û ?iroveyî de got:”Her sê jinên min ji min berdayî bin, ez bi serê Hesen û Hisên kim, hatina MÊHDÎ nêzîk bûye. Divê dinya îslamê li dijî dewletên rojava çekên xwe bikin yek. Herweha dîsa her sê jinên min ji min berdayî bin, ez cîhgirê MÊHDÎ me” û bêhn bi ser xwe xist.

Hûn dibînin ne?

Tew nemaye ku mêro bêje “ez MÊHDÎ me” ha!

Kuro oxlim, ma ji te pêve kes nemaye ku bibe cîhgirê Mêhdî hey nizanim çi? Ma law ev 3-4 sal in xebatkarên Lotikxanê di dora cîhgirîya MÊHDÎ de ne, ha îro xalê MÊHDÎ bê, ha sibê bê. Ma wilo rehet û bela? e tu bibî cîhgirê xalê me MÊHDÎ ha?

Werhasil, ba?e ku Hamaney rasterast negotiye “ez MÊHDÎ me” law. Tew ji xwe hinek ji serokên me hindik mabû ku xwe têxin ?ûna Îsa pêxember ellawekîl.  Êêêêêê, nexwe?î nexwe?î ye qurban. Ha li Kurdistanêêêêêêê û ha li Îranê!

Mahabad

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

1 Comment Already

  1. Ê yê ku xwedê afirandiye u kiriye bela jî ez im qerdashim, weyyy. Law carê ez rabubum xezebê u min tirr ji gerestêrka Mars-ê berdabu ha. Chima min qerdashim? Yaw ellawekîl kunekên weke vî Hamaney-ê dêqehpik êdî edep xistibun kunên bavên xwe cîgerlerim. De hun bêjin gurchiklerim, aniha ez bi navê Mishko Bêderpî :-)nekutim vî qewadî jî chi bikim, hi?

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: