Ji her alî ve xwedê daye wan

Miradê Torî

Bela tenê manken û model bêjin “em li vê dinyayê dijîn” û hew.  Yaw bi dîn û îman, bi serê Xelo û Celo, xwedê bi ser wan de barandîye lo. Kuro heta bi wêneyên wan jî pere dike law, wax wax wax!

Lotikvana germik û nermik, bedewa agirpêketî Monîca Hansen, berî demekê çûbû ser doktor û memikên xwe estetîk kiribû, nepixandibûn û kiribûn wek zebeşên Diyarbekirê. Çima hûn nabê doktorê wê yekî zinêkar e û wêneyên memikên wê di înternetê de belav kirine, tew li ber wêneyên memikên wê bi xwe xweş anîye.

Werhasil, piştî ku Monîca xanim pê dihese ku doktorê wê wêneyên wê bi avika xwe herimandiye, rabûye ew daye dadgehê û tam 564 hezar euro qezenc kiriye.

564 hezar euro kuro!

Law ê me em qûna xwe diçirînin heta go em nanê zarokên xwe derdixin, xanimê bi lotikekê 564 hezar euro qezenc dike li vê ecêbê!

Yaw ma ev edalet e xwedêyo?

Ma illeh divê qulek di nav şeqê me de hebe ji bo ku em têr bixwin babam, wî!

Na na, xêr di zilamtîyê de nemaye ellawekîl. A baş ezê jî wek Bulent Ersoy di qurmik de jêkim û kunekê di xwe de vekim û xelas.

Ne wilo be qismetê me venabe ha, waweylê!

Ewrûpa

About The Author