Serokwezîrê Tirkiyê Kasimpa?alî Receb, wê rojê gotibû: “Heger bi çûna me teror biqede, emê xwe veki?înin” û lotikek avêtibû. Ev lotik di devê CHP û serokê wê Kemal Dew?îrmeoxlû de bû benî?t û Dew?îrmeoxlû jî gotibû:”Heger tu biçî wê teror biqede cîgerim” û xwestibû ku Erdogan dev ji serokwezîrî û hikûmetê berde.
Me helwesta Kemal Dew?îrmeoxlû û CHP fêhm kir.
Lê çi agir ketiye ?erwalê BDP ez wê nizanim.
Xaltîka hinek Kurdên sererd û binerd Sebahat Tûncer, li bajarê Balikesîr qeza Edremîtê lotikek li gor dilê Kemal Dew?îrmeoxlû û Kemalîstên mîna wî avêt û xwe hetikand.
Tûncer xanim di axavtina xwe de bang li Erdogan kir û got:”Em bang li Erdogan dikin, xwe veki?îne. Binere bê wî çaxî wê çawa bratî, a?tî û hikûmetek adil, hikûmetek li dijî ?er bê ser hikum” û mesele kir ?orba nîskê.
Hella hellaaaaaa ya siphan ella!
Ê ba?e, ew hikûmeta adil û li dijî ?er hikûmeta kê ye xanimê? Ma BDP bi serê xwe kare bibe hikûmet? Na. Ma ji xeynî MHP û CHP tu partîyên din hene ku karibin bibin hikûmet? Na.
Ê naxwe wê kî hikûmeta adil li dar xe?
MHP û CHP?
Yaw hinek siyasetmedarên BDP meriv ji îmanê dûr dixin ellawekîl.
Yaw ma Dewlet Bahçelî û Kemal Dew?îrmeoxlû ji Erdogan çêtirin ku tu çûna Erdogan dixwazi û pesnê desthilatdarîya MHP û CHP dikî Sebahat xanim?
Law qe nebe Kasimpa?alî Receb xwe?ik e, seksî ye, bejindirêk û qeraseyekî zilama ye, ma Dewlet bahçelî û Kemal Dew?îrmeoxlû yê mekroh! Qe nebe Recebo hinekî tê xwarin lo, ma keçel û hacûcên wek Bahçelî û Dew?îrmeoxlû? Law ne tên xwarin, ne tên kelandin, ne tên qelandin û ne jî meriv kare di paxila wan re razê ha, wî!
De îcar ka bêje xaltîka Sebahat xanim:
Ew hikûmeta ku wê edaletê bîne Tirkiyê û ?er rawestîne hikûmeta kê ye? Li gora ku BDP nikare bi serê xwe hikûmetê ava bike, dimîne fa?îstên mîna MHP û CHP.
Yan tu behsa hikûmeta MHP, CHP û Ergenekonê dikî keçko?
Enqere