Hew nemabû ku bifire

Pi?tî 12 salan herdu Ocalanan hevdu dît û têra xwe hevdu hembêz kirin.

Li ser bextê esker û gardîyanên girava Îmralîyê be.  Dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan, pi?tî 12 salan dest bi hevdîtina „rasterast û vekirî“ kir û cara pê?în e brayê xwe Mehmet Ocalan hembêz kir. Dibêjin hevdîtina wan nîv seetê ajotiye û ji ber hevdîtina brayê xwe, Mehmet Ocalan pir kêfxwe? e, per û baskên wî çêbûne û hew nemaye ku bifire.

Mehmet Ocalan, kêfxwe?îya xwe ji çapemenîyê re anîye zimên û gotiye: „Ji ber ku cara pê?în e em hevdîtina rasterast dikin, em pir bextewar in. Lê nîv seet (30 deqîqe) pir kêm e babam, divê hevdîtin dirêjtir bajo“ û keniyaye.

Werhasilî kelam, pi?tî 12 salan malbata Ocalan hevdu hembêz dikin û hêsirên kêfxwe?îyê ji çavên wan digindirin.

Wey li ser xêrê be û xwedê xêra hikûmeta Kasimpa?alî Receb qebûl bike rebbî. Xwedê bikim dema hevdîtinê hinekî din dirêjtir bibe û bibe 31 deqîqe û hûn sax…

Ruha

About The Author