Ew jî kujtin, wey dinyayê!

Cembelîyê Botî

Dewleta Tirk û nokerên wê rehet nasekinin. Kurdekî welatperwer li ku hebe, hew we dît serê wî xwarin û ew kujtin. Nêzîkî 40 sal in şerekî bi şêwr û mişêwr li dijî Kurdan tê meşandin. Kes nizane destê kê di bêrîka kê de ye, kes nizane xizmeta çi û kê dike û dikin. Lê tiştek heye ku nayê înkarkirin. Kujtina Kurdên welatparêz, welatperwer, ronakbîr, nivîskar, parêzer, karmend, xwenda û zana. Dewleta Tirk dixwaze Kurdên bîrewer û welatperwer, Kurdên ku di pêşerojê de li serê wê bibin bela, di nav Kurdan de nemînin. Dixwaze yên ku hene jî di xizmeta wê de bin û înkara qewmîyeta xwe û Kurd û Kurdistanê bikin. Kurdên ku ne di xizmeta dewleta Tirk de bin, Kurdên ku Kurd û Kurdistanî bin, ji wan re xeter in. Ew kesên xeter jî divê kêm kujtin da ku li serê wan nebin bela û civaka Kurd di nav tarîtî û nezanîyê de şerpeze bimîne, kerr û lal bimîne, mirîd û kole bimîne.

Axir…

Parêzer û Kurdperwerê Kurd, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji alî destên qirêj ve hat kujtin û em dilgiran bûn.

Dibêjin dema Tahir Elçî ligel grûpek parêzer li navçeya Sûr a Amedê civînek rojnamevanîyê lidardixist, şer di nava kolanan de derketiye û di şer de fişek li serê Elçî ketiye û hatiye kujtin.

Helbet dek û dolab, plan û projeyên tarî pir in. Şer derketibe jî bi zanatî, bi plan û proje hatiye derxistin ji bo ku kirasekî li kujtina Elçî bikin.

Tahir Elçî, di sala 1966 de li Cizîrê ji dayîk bûbû. Di sala 1991 de bûbû parêzer. Bavê 2 zarokan bû.

Rebbê alemê ahê Tahîr Elçî û temamê şehîdên Kurdistanê ji dijminan û nokerên wan re nehêle!

Rehma xwedê lê be, bela serê malbat, zarok, dost û serê gelê Kurd sax be!

Cizîra Botan

athir gundi

About The Author