BERP?RSÊ MUFREZÊ YE!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

 Sal ji salan dawiya 1983an bû. Samî demeke dirêj di girtîgeha Diyarbekrê ya bi navê 5 nolû mabû û pi?tre hatibû berdan. Lê her çiqasî hatibû berdan jî, polîsan tim û tim çavdêriya wî dikirin ku bê hela ew çi dike, bi kêre dide û distîne. Hingê polîsan teda û î?kence bi wî kiribûn, çavên wî dudo didîtîn. Zara guhê wî jî teqandibûn. Him ba? nedibîhîst û him jî di dema rêveçûnê û xwendinê ji ber ê?a çavên xwe ba? nedidît û nikarî bû rehet bixwenda. Him ji ber binçavdariya Samî û him jî ji ber nerehetiyên wî, hevalên wî yên rêxistinî biryara ku Samî derxin derveyî welêt dabûn.

Samî bi alîkariya hevalên xwe û bi biryara partiyê, xwe gihandibû meqerê rêxistinê. Meqerê ku Samî xwe gihandibûyê li herêma ?irnaxê bû. Samî çend rojekê li wîr dimîne. Nas û hevalên xwe yên ku berê ew dinasîn dîtin. Ji ber sedama tendurustiya wî ne ba? bû, hevalên wî dixwestin ku wî zû bi?înin, meqerê Silopi ku ji wir wî bighêjînin binxetê. Çi mixabin mufrezaya ?irnaxê derketibûn propogandayê, ji vegera wan hê gelek wext mabû. Tenê li wir çend hevalên ku bi karê meqer ve mijûl bûn mabûn. Lê hevalekî wan bi navê Fehîm jî li wan bû bû mêvan. Fehîm jî wê çûbûya meqerê Silopî yê, ji xwe ew bêtir li wir dima.

Fehîm, bi temenê xwe 40-45 sali hebû. Ew mirovekî gelekî zîrek û jêhatî bû. Qederê deh salan di nava hêza pê?mergeyên Partiya Demokrat a Kurdîstana ba?ûr de pê?mergetî kiri bû. Dûre ew ji bona azadiya bakurê Kurdistanê li Partiya xwe ya bakur vedigere. Ji xwe herdu partî weke du biran bûn. Loma jî êdî ew di nava PDKT de cih digire û xebatên xwe yên sîyasî berdewam dike. Di dema pê?mergetiya xwe de Fehîm temamê heremê weke kefa destê xwe nasîbû û dizanî bû. Ji bona wî çûyin û hatinên nava meqeran û gerra heremê ne zêde zahmet bû.

Ji ber vê yekê bû ku Fehîm gelek caran bi tena xwe diçû û dihat. Ev jibona wî xeter bû. Ji ber gelek kesan wê demê dixwest bi bikujin. Loma hevalbendên wî êdî bi tenê çûyin û hatinên wî qedexe kiri bûn. Karekî Fehîmî ferz û ecele li meqerê Silopî hebû, lazim bû ew zû biçûya wir. Li ji ber ku keser bi wî re tune bû loma destûr nedigirt ku here. Divê kesek bihata peydekirin ku bi hevre çûbana. Lê dema Samî tê wir hevdu dinasin. Fehîm fêr dibe ku lazim e Samî jî zû here meqere Silopî û ji wir derbasî binxetê bibe. Loma wî ji hevalên ku li meqer diman got:

-Hevalno  vayedivê hevalê Samî jî zû bighêje meqere Silop û divê ez jî zû herim. Heger hûn destûr bidin, ez û hevalê Samî dikarin bi hevre herin. 

Hevalê berpirsê wir got:

– Ez bawrim wê ba? be. Ji xwe hevalê Samî ne rehet e. Divê ew rojekê berî rojekê xwe bighîne binxetê da ku heval ji wir, wî bi?înin dewletek ewropa ku ew here ba doktoran.

Fehîm:

– Wê demê tu astengî tune ye. Hema em dikarin sibê êvarî têkevin rê û herin.

Fehîm li Samî nerî û bi dilekî xwe? jê re got:

– Brayê Samî, em sibê êvarî derkevin rê?

– Hûn dizanin. Heger heval jî bêjin erê wê demê tu mane tune ye. Ji bona min ferq nake.

Fehîm bi awayekî ji xwe bawer li Samî nerî û got:

– Ez difikirim ku tu çarayeke me a din tune ye. Him karê min hinekî eceleye. Him jî divê tu zû bighêje binxetê, ez bawerim çûyin wê ji mayinê çêtir be.

Samî:

– De ba? e, hema em sibê êvarî têkevin rê û biçin.

Fehîm hinekî mizmizî got:

– Binêre hevalê Samî, rê ne weke tu dizane rehet e. Em ê ?evekê seran ser bime?in, dûre em ê xwe bighênin çihekî ku xeter zêde lê tune be. Li wir em ê hilmekê vedin û xwe hinekî rehet bikim. Çend saetekê razên û rêya xwe berdewam bikin. Roja din berêvarî em ê xwe bighêjin meqer. Tê bikaribe ewqasî rê bime?e?

– Em çi bikin, ma ji vê pêve tu rêyeke din heye?

– Na!

– Wê dema em mecbûrî çûyinê ne.

Samî û Fehîm tedarekên xwe kirin, ?îva xwe ya êvarî xwarin, çend nan û hinek penîr û firingî  (tomat) xistin ceherekî bi biçûk. Fehîm xwarin girt, berî ku bi rê kevin, hevalê berpirsê meqer got:

– Hevalê Fehîm ma hûnê bê çek herin. Weha nabe, di rêyan de çi were serê mere, ne diyar e. Çi dibe çi nabe. Kele?înkofekê bigrin.

– Bi xwedê ew giran e. Heger dabançeyek hebe wê ba?tir be.

– Niha di destên mede tu dabançeyên hazir tune ye. Rahêjin kele?înkofekê.

– Na lo, ew giran e. Hema em ê weha herin.

– Çawa dibe Fehîm! Bi hêrs hevalê berpirs got. Di rêde hezar bela û te?qele henin, lê ti?tek bê serê we.

– Na, na qet metirse, ez van rêyan gav bi gav dizanim, derên xeter jî ba? dinasim. Hûn qet xwe aciz nekin, ne jî hêrs bibin. Fehîm li Samî nerî û axaftina xwe domand.

– De rabe hevalê Samî rêya me dûr e. Keniya û got: Barê me jî giran e ha.

Fehîm û Samî xatir ji hevalên wir xwestin, ketin rê û berbi meqerê Silopi de me?iyan.

Nêzîkê du seatên wan çê bû bû ku ew di rê de bûn. Fehîm li pê? û Samî li du wî bû. Fehîm sekinî, berê xwe bi aliyê Samî de zîvirand lê nerî û got:

– Wa hevalê Samî! ma em hinekî rûnenên û westa xwe negirin?

Samî jî westiya bû. Lê ji ber rêberê wî Fehîm bû, wî bi serê xwe nikarîbû biryar bida. Loma kêfa wî jî ji vê pê?niyara Fehîm re hatibû û got:

– Wele wê ba? be. Ez jî westiyam.

Herduyan xwe ji ser rê dane alî, di bin siya kevirekî mezin de rûni?tin. Solên xwe ji nigên xwe derxistin. Dûre Fehîm bi awayekî kêf, li Samî nerî û got:

– Brayê Samî, min bi salan di nava hêzên pê?mergeyan de cih girtî ye. Vaye çend salin ku ez di nava van hevalan de jê xebata xwe ya ji bona azadiya miletê xwe dikim. Lê ji bilî îro ez qet rojekê jî nebûna serok an jî berpirsê mufrezeyekê. Îro kêfa min li cihe ku ez berpirsê te û serokê vê mufrezeyê me.

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »
%d bloggers like this: