Partiya Kemalê Sor jî bû du perçe, kilîlîlîlîlîlîîîî!

Partiya Kemalê Sor bû du perçe, de li ser xêrê be yabo û aqûbet li partiyên din be. Endamên be?ê îslahê yê Partiya Rêkeftina Kurd ya Sûrî, ya ku...

Partiya Kemalê Sor bû du perçe, de li ser xêrê be yabo û aqûbet li partiyên din be.

Endamên be?ê îslahê yê Partiya Rêkeftina Kurd ya Sûrî, ya ku di bin rêvebiriya Kemalê Sor de hatibû damezrandin û piraniya van camêran jî heval û dostên PKK yên herema Efrînê bûn (na wele bi navekî din, yên ku ji nav PYD ê veqetiyabûn û xwe li dora Kemalê Sor dabûn hev) partiyek çêkiribûn û navê wê jî kiribûn Rêkeftin. Lê bi qurana ser sênga pêxember, qet bi rê neketin û hema di cî de dan zîtirkan û ha va ew jî bûn du perçe.

Arqeda?ên me yê Rêkeftinê be?ê Îslahhhhhh berê xwe dan ba?ûrê Kurdistanê û daw û delingên xwe çikandin, diranên xwe tûj kirin û gotin: „Bi telaq partî ji rojavayê Kurdistanê kêm in, ancex em vê valahiyê dagirin“ û konferansek tirtire çêkirin.

Van camêran konferansek awarte bi armanca ku melkesekê li hindirê partiya xwe xin û xwe ji zexelî û nekirkêriya siyaseta rojavayê Kurdistan xelas bikin, li dar xistin. He hewwww, van partiyên din kirin tirrr ma dora rêkeftinê! Kuro lawo hê we negot bismilah, we Kemalê Sor binerd kir baba!

A ba? dîsa  vegerin nav PYD a xwe û bes serê xwe bi van civîn û mivîn û konfransan bê?înin qurban.

Ellawekîl, rojavayê Kurdistanê bûye makîna çêkirina partiyan. Welehil ezîm, van partiyên rojavayê Kurdistanê bi ?a?ika me de mîztiye û navê Kurdên rojava çoromoro kirine. Em nema diwêrin li ba van Erqede?ên xwe yên bakur, ba?ûr û rojhilat bêjin em hevalê filan partiya rojava ne lo. Hema di cî de dibêjin: „Kîjan partî? Ya sibê, ya nîvro yan jî ya êvarî hatî damezrandin?“  Bi quran we egala me di nava virka Esed de da û nema tê ?û?tin.

Heya çêkirina partiyek din, bimînin di nav xwe?iyê de xwendevanên qedirgiran yê Lotikxanê.

Navê nû ev e: Partiya Rêkeftina Dêmoqrata Kurd ya Sûrî – Teyarê Islah.

De li ser xêrê be  yabo.

Malpera rêkeftin ev e: http://www.rekeftin.net/

 Elmanya

ahmedeberazi@yahoo.de

Beş
Kadîn
4
  • A.sherwan
    11 August 2010 at 13:49

    Ger xêr di qula van kesan de hebaya wê ji partiya xwe PYD ê veneqetiyane û destên wan nediket xwîna nemirên mîna $ilan û hercar hevalên wê yên ku li Musilê hatin ku$tinû, her wiha jî nedibûn sedema bincavkirina bi dehan qadroyê PYD û PKK li Sûrî. ev partiya xayinaye, ya xwe firo$aye, ya tirsonekaye, ya bekowa ye û ger ti$tek mabe hun xwendevanê Lotikxanê temam bikin.

  • Dur nebin
    11 August 2010 at 15:52

    ê weloya yabo ku beran zêda bibin, devê partiji zêde bibin ji bo go sere du berana di berosekede nekalê kaka.

  • M?stefa HeyvBaz
    11 August 2010 at 21:15

    erê kekê weki 4 percê kurdistan partiyan ji kirin 4 perce qarda??m ew cê ye wiiii

    kekê ser Partiyek bibin me rezil u huzna nekin WEYYY

    lotikxane ji b?la partiyek cuda weke emê raya xwe b?d?n lotikxane ellewekil

    Partiya Komar a Lotikxane PKL 😀

  • zinare efrine
    16 August 2010 at 07:38

    ew kese bi nave A. sherwan keseki be namos u alcaqe . ji ber ku qona wi heyaa naha ji hembeza mite turka derneketiye .
    qonek beri tu li ser xelke dengbike deste xwe bi ser qona xwe de

  • Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    Zêdetir

    • Hesab

      Xêrxwaza Dêrikî Dema em ji serboriyan sûde wernegrin têkçûyîn û windakirin ne dereng e, lewra heke em li xwe werneqilin û neponijin ji vebal, bedel û gunehan berpirsiyar em...
    • Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye

      Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye, sohbet û şevbuhêrk hemû li ser siyasetê û dîn e. Wê şevê em li malekê mêvan bûn. Ji xêndî me du...
    • Zikê têr hay ji zikê birçî tuneye.!

      Xêrxwaza Dêrikî Ezê qala salên borîn, zilm û zorê, bedel û têkçûyînê nekim, êdî qala peyvên qelew û kilasîk jî nekim. Çimkî ji dîrokê û virde bi hezaran şîret...
    • MAL NÎNE KERXANE YE!

      Cejna Remezanê derbas bû, çavên zarokan li şekir û peran bû. Dest maç kirin şekir û pere berhev kirin. Ev jî rengînîya cejnê ye. Kevneşopîya bav û kalane ku...
    %d Bloggern gefällt das: