PKK got: „pifffff“ û agir vemirand

Kurdên Apocî dîsa lotikek qerase avêtin, ji hêla xwe ve ?er rawestandin û dilê Kurdan di vê meha rojiyê de rihet kirin. Ellah wekîl ev agirbest di wextê xwe de hat. Eynen wek xurmeyên meha Remezanê ye lo.  Ji ber ji hêlekê ve bang ji saziyên sivîl, BDP û KCD hat  û ji hêla din ve jî gelek kesayet û rew?enbîran jî pi?tgirî dan van bangan. PKK ê jî got: „Emrê we li ser serê me û bavê me, emê dîsa ji hêla xwe de ?er rawestînin ji bo kes nebêje Kurd ?erxwaz in. Lê bi quran û bi xêra vê îda Remezanê, ku ew dolheramên Tirkan bi ser me de werin, emê hezar bavî ji wan çêkin“.

Dengvedana agirbestê berdewam e. Pê?î hikûmeta Kurdistanê û pi?tire jî serokê heremê birêz M.Berzanî gotin: „Ohhhyayîiiiii vê carê jî ?er sekinî, heya pi?tî Remezanê xwedê mezine“ û ew ji vî karê PKK razî ne. De xwedê vê tifaqê berdewam bike û aqilê Kurdan tenê di warê yekitiyê de bide xebitandin rebbî.

Ica niha dor hat ser van partî û rêkxistinên me yên bakur. Kuro lawo em dexîlê namûsa we ne, gotina xwe bikin yek ji bo ev dolheramên Tirkan hisaba ji me bikin. Ji me Kurdan re ferq nake hûn bêjin, çi em li pey we ne bera hêdî ev mesele çareser bibe ha. Bi quran sebra me nema û giha serê pozê me, hima em li ber teqînê ne.

Wekî din jî niha çav li Tirka ye ka ewê çi bersivê bidin vê agirbestê. Min îro ji apê xwe Mistê re got: „Apo va Kurdan dîse ?er sekinand ka tu çi dibêji?“

 Got: „Bi quran nanê van bêbavê Tirkan li ser kaba wan e û heya zor li qula wan neyê ew nasekinin. Kuro lawo zor gêzera radike haaa. Ica bera yê çiyê xwe? lêxin ta ev dolheram berx û berana ji hev nas bikin. Wekî din jî ji biraziyê xwe re bêjim, bera ev rêberên me dev navêjin hev, alem henekê xwe bi me dike kuro!. Yekîtî lazime qurban, ma kes tune ji van rêberan re bêje hey hawar! Ev sîh sal e ev dibê ew hevalê Tirka ye û ew dibên ev havalê Tirka ye. Bi qurana ser sînga pêxember, yek jî ne hevalê Tirka ye, lê mesele ewe ku xwe ji hev re danaynin, serê xwe ji hev re natewînin û wek dîk û mirî?kan ?erê hev dikin“.

 Almanya

ahmedeberazi@yahoo.de

——————

About The Author