Bijî Partîya Kerên Kurdistanê!

?ore?gerê mezin û sekreterê Partîya Kerên Kurdistanê Omer Kilol, hevpeyvînek qerase da rojnama Rûdaw û manîfestoya partîya xwe e?kere kir.

Xelet fêhm nekin ha, em behsa PKK û Ocalan nakin. Em behsa Omer Kilol û partîya wî Partîya Kerên Kudistanê dikin. Bela kesek wateyên xelet jê dernexe û me gunehbar neke.

Omer Kilol, ji Rûdawê re bi dûdirêjî behsa plan û projeyên xwe û partîya xwe kiriye. Mêro dibêje:”Ez bi xêra keran bûm helbestvan jî” û lotikek kesanedî davêje.

Ev 30 sal in ku Omer Kilol ji bo mafê kerên Kurdistanê tê diko?e û kar dike. Niha jî ji bo paraztina mafê kerên Kurdistanê, ji hikûmeta Kurdistanê alîkarî û pi?tgirîyê dixwaze. Omer Kilol dibêje ku “Kurd bi qedrê min nizanin. Ji bo ku ez mafê keran diparêzim Kurd henekê xwe bi min dikin. Lê biyanî qedir û girîngîyek mezin didin min û karê min”.

Ê helbet kaka, ma Kurd qedrê çi zanin ku heta qedrê kerparêzan bizanibin ne? Hema bela nav ?eqê Kurdan têr be û hew, ji wan re mafê ker û bergîlan ne lazim e!

Axir..

Omer Kilol, dide zanîn ku ew bi kerînî jiyaye, pisporîya wî di derbarê keran de hebûye û taybetmendîya ku di keran de dibîne di mirovan de nabîne. Kilolî dibêje:”Heta niha min nedîye ku kerek kerekî din bikuje. Ker heywanek sernerm û biaqil e. Wek mirovan ne dirinde û weh?î ye, wek mirovan ne zikre? û zimandirêj e” û keran difirîne ber perê ezmanan.

Wekî din Omer Kilol dibêje:”Kurd li himberî kerê û bavê bê wefa ye, hurmeta wî nayê girtin. Ker û bav zêde zehmetê dik?înin û li dawîyê bêqîmet dibin. Ji ber vê, me biryar daye ku em wek keran bijîn” û daye bin dûvê Kurdekan.

Omer Hilol niha radyoyek bi navê “Dengê Zirînê” saz kiriye û xizmetek mezin ji bo kerên Kurdistanê dike. Lê Kilol dibêje ku “Mehîn û hêstir (qantir) wek keran nayên perçiqandin û mafê wan nayên xwarin. Mehîn û hêstir wek beg û axan dijîn” û xwedî li kerên cefakar derdikeve.

Sekreterê Partîya Kerên Kurdistanê Omer kilol, rexneyan li hikûmeta herêma Kurdistanê digre û dibêje ku ew li himber daxwazên wî sersarîyê dikin û girîngîya ku didin çêlekan, nadin keran.

Omer Kilol ji hikûmetê dixwaze ku zevîyekê bidin wî da ku axurekî modern (axurekî pênc stêrk, wek hotêla ?eraton) ji keran re çêke da ku kerên Kurdistanê di wî axurî de bicivîne ser hev û wan keran ji ê?kence û kujtinê rizgar bike. Kilol dibêje:”Bi ?e? telaqên kerberdanê, heger hikûmet vê daxwaz û projeya min bi cîh neyne, ezê terka Kurdistanê bikim û ha?atîyê ji Kurdbûna xwe bikim” û dide bin dûvê hikûmeta ba?ûrekan.

Kilol bi berdewamî dibêje:”Heta niha 15 hezar endamên me hene. Pi?tî cejna Remezanê ezê ji wan re nasnameyan çêkim” û Kurdan dawetî nav refê Partîya Kerên Kurdistanê dike.

Lê ya herî xwe? çi ye hûn zanin gelî xwendevanan?

Omer kilol dibêje:” Ji ber vê mijarê sarbûn ketiye navbera min û hevjîna min jî. Dema ez diçim cîhekî, jina min bi min re siwar nabe û dibêje wêneyê wan keran ji otomobîlê daxîne. Ez jî dibêjim ku dinya hemi wêran bibe jî ez wêneyê keran ji otomobîlê danaxim”. Yanî, hew nemaye ku kerên Kurdistanê Omer Kilol û jina wî ji hev bidin berdan.

Omer Kilol, soz dide ku derfetên wî çêbibin ewê temamê kerên Kurdistanê bibe Ewrûpayê da ku Kurd zêdetir bi qedrê kerên xwe bizanin û nevîyên Kurdan bizanibin ka gelo wextekî ker li Kurdistanê hebûn yan tunebûn. Omer Kilol wîjdanê xwe xira nake û dibêje ku “Kurdên Rojhilat û Kurdên Bakur ba? li keran dinerin, qedrê wan dizanin. Lê Kurdekanên Ba?ûr qûnê li keran diqetînin, qedr û qîmetê nadin keran”.

Ez serê we neê?înim, mesela me û Partîya Kerên Kurdistanê dirêj bû.  Lê Sekreterê PKK Omer Kilol, sûnd xwariye ku dev ji teko?îna xwe û parêzîya kerên Kurdistanê bernede û dibêje:

Berxwedan jîyan e!

Pi?tî hevpeyvîna Omer Kilol, Komela Heywanparêzên Lotikxanê biryar da ku pi?tgirîya xwe bide birêz Omer Kilol û di qada navnetewî de wî bi tenê nehêle.

Bijî Partîya Kerên Kurdistanê !

Bijî serok Omer Kilol!

Hewlêr

About The Author