Sep 12, 2010

Esrara Licê û Prens Antonyo

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

Gelo hûn mesela Lîcê û esrarê zanin gelî xwendevanên Lotîkxanê?
Dema Împaratorîya Bîzansê hîkum dikir, Prens Antonyo hebû. Antonyo mirovekî çilek û zikbirçî bû. Li tama her tî?tî dinerî, ti?tek nemabû ku tam nekiribû. Ji ber vê, Antonyo êdî ji xwarin û tametîtkan aciz bûbû, bi wan virikî bûbû.  

Rojekê Antonyo ji eskerên xwe re got: „Êdî bes e oxlim, ez bi van tametîtkan virikî bûm. Ji min re ti?tekî nuh bînin, hûn ti?tekî xwe?tir neynin ez di qûna wen im û serê we jêkim ha“ û da bin dûvê wan.

Axir, 4 hezar esker ketin rê li rojhilat, bakur, rojava û ba?ûr geriyan. 30 rojên eskeran qediyan lê ti?tekî li gora dilê Antonyo nedîtin. Prens Antonyo jî hêrs bûye, çavên wî wek zotika mirî?kê sor bûne.

Eskeran rabû berê xwe dan Licê. Êvarî li Licê gava agir vêdixin, dibînin ku geyayekî kesk û hi?k li dora wan dibiriqe. Radibin wî geyayê kesk û hi?k davêjin nav êgir û xwe pê germ dikin. Lê germbûn çi germbûne haaaa, pi?tî nîv seetê serê wan pê xwe? dibe, bi bêhna wî geyayî serxwe? dibin û dest bi lotik û zîtirkan dikin.

Serdarê eskeran radibe ji kêfan re dide lotikan û dibê: „Oxxxxx, aha me ti?tekî xwe? li gor dilê Antonyo dît“ û li camcamkan dixe.  Radibin çiqas ji wî geyayî heye kom dikin, li hespan bar dikin û didin rê. Lê serdarê eskeran nizane wê çi navî li vî geyayî bike. Xortekî Licê ji wir derbas dibe. Serdar radibe ji xortê Licî dipirse: „Xorto, ev çi geyaye, navê vî geyayî çi ye oxlim?“. Xortê Licî jî hema dibê:“Hema jê re bêjin ESRAR û hew babam“.

Ez serê we neê?înim, pi?tî sê mehan esker digihên meqerê xwe û derdikevin pê?berî Antonyo.

Antonyo bi hêrs ji eskeran dipirse: „Êêêêêê, ka we çi ti?tê xwe? anî kurên kerê?“ û li wan dinere.  

Serdar geya datîne ber Antonyo û dibê: „Aha ti?tê herî xwe? ev e ya Antonyo“ û çewal û xurcikan vala dike.

Antonyo gava çav li geya dikeve, çavên wî dîsa wek zotika mirî?kê sor dibin û dibê:“Kuro ma ez ker im ez geya bixwim min di we kirino“ û tilîyê davê bin dûvê wan.

Serdar radibe agir vêdixe, geya davêje nav êgir û pi?tî nîv seetê govend dest pê dike. Serê Antonyo dibe wek zebe?ê Diyarbekirê, bi bêhna esrarê dibe leylan, per û baskên wî çêdibin û li ezmanan difire.

Axir, Antonyo vî ti?tê xwe?, yanî esrarê pir diecibîne. Pi?tre esrarê wek cixarê dipêçin û dik?înin ser kezeba xwe. Bi vî awayî esrara Licê me?hûr dibe, nav û deng dide.

Prens Antonyo bi esrara Licê dibe esrarkê? û qûn lê diqete. Radibe dev ji prensîyê berdide, berê xwe dide bajarê Licê, ji xwe re xanîyekî lêdike, baxçê esrarê diçîne û heta bi mirina xwe jî ji nav baxçê esrarê dernakeve.

Aha serpêhatîya Licê û esrara Licê ev e gelî xwendevanan. Îcar we fêhm kir bê ji bo çi esrara Licê ewqasî bi qîmet û me?hûr e ne?

Law ez di ?ûna PKK de bim, ezê bombeyên esrarê çêkim û bavêjim nav koma eskerên Tirko ellawekîl. Bi dîn û îman wê ji Antonyo xerabtir qûn li wan eskeran biqete.

We go çi gelî xwendevanan, gelo ev ne fikrek ba? e?

Cejna Remezanê li hemi Kurdên misilman pîroz be…

Kurdistan

Mîstefa.Heyvbaz@hotmaîl.com

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: