Gundî Kemal jî got ERÊÊÊÊÊÊÊ!

De werin û li vê ecêbê, li vê gundîtîyê binerin.

Serokê Partîya Dew?îrmeyên Tirkiyê CHP Kemal Kiliçdaroglû, di roja referandûmê de di xew de ma û negiha ku dengê xwe bide û bêje NA.

Li ser bextê fitne û fesadan be, hinek dibêjin: „Kiliçdaroglû di nav livîna jina xwe de ji bêhna tirr û fisan bi jehrî ketiye û ji xew ?iyar nebûye“.

  Hinek dibêjin: „Na wele hingî propaganda Kemalîzmê û Ergenekonê kir, wek mirî?ka gêj hatibû serê wî“.

 Hinek dibêjin: „Na canim, dînime îmanime dilê wî jî bi ser ERÊ ve bû, ji ber wê dengê xwe neda ji bo raya wî jî here ji Kasimpa?alî re“.

 Û hinek jî dibêjin: „Bi ellawekîl qijnik ketibûn nav ?erwalê wî, heta bi ?ûr û xinceran ew qijnik kujtin, êdî wext nedît bê ser sindoqa dengdanê“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, gundî Kemal ji dengdanê ma û bi xirrê we girt.

Hem dengê xwe neda, hem jî di nav xelk û alemê de bû qirdik, rezîl û riswa bû.

Neyse canim, heta dengdan û referandûmek din xwedê kerîm û rehîm e.

Stenbol

About The Author