DADAŞÊ BÊ PERWA

Karmendekî  dewlemend, dadaşê Erziromê, rojekê gazî parêzerê  şirketa (pardarî)  xwe kir. Bi hev re xwarin û vexwarin û paşê  di nava daristanê de dest bi meşê kirin. Li ser rojevê suhbet dikirin.

Mijara suhbeta wan hate ser Kurdan.

 Dadaş got “ Bi ya min be ez yek ferdekî  Kurdan bernadim, hemûya bi kujim bela welat aram be .“

 Parêzer bê deng ma, dadaş  yekser got “ Ezê di dê û jinên wan nim, dawa çi li me dikin lo “  bi kurtasî.

Parêzerê Kurd zivirî ser dadaş û jê re got “ Te gotina xwe got ne wisa?

Dadaş got “ Erê begê min.

Parêzer gotê “ Îcar baş guhê xwe bide min hela ez çi dibêjim.

 Dadaş got “ Fermo ez guhdarim.

 werhasil….

Parêzer got “ Ez di jina te nim, ez di bûka te nim, ez di keça te nim, ez di dêya te nim, ez di pîrika te nim. Law kurê kerê, te meydan vala dîtîye û tu didî çêra şerm nakî, ma ez jî Kurd im bêşeref .“

Werhasilî kelam…

Dadaş soromoro bû, nizanîbû çi bike, got “ Na gardaş (bira) te şaş fêm kir, min henek kir; welle bille ez ji Kurdan pir hez dikim “  di dawî de.

     Niha bûye mode, bêperwa ji Kurdan re çêr û dijûnan dikin, paşê jî dibên „em bira ne „. De herin qûna xwe li avê xin lo, ne biratîya we û ne jî merivtîya we ji me re ne lazim e. Kûçikbavtîyê nekin bes e oxlim…

About The Author