Jan 4, 2015

Hekîmê Lokman

  • by Lotikxane
  • 3 Years ago
  • Comments Off

serefhanÇîrokên ku li ser navê Hekîmê Lokman li Rojhilata Navîn tên gotin, hergav xwedî peyam in. Peyamên ku di van çîrokan de hene, vekirî an jî veşartî, rastarasta dikarên di perwerdekirina mirovan de bibin xwedî wateyeke berbiçav. Her cara ku çîrokên Hekîmê Lokman têne gotin, di rewşeke şênber de, ev peyam dibe nirxeke îdeolojîk û watê didin dîtin û helwestên mirovan…
Gelek çîrokên Hekîmê Loqman hene. Yek ji çîrokê Hekîmê Loqman wilo tê gotin; Rojekê nexweşeke gelek ecêb te serdana Hekîmê Loqman. Ev cuwamêr bi nexweşîyeke gelek xerab ketiye. Zikê wîna mezin bûye, ji fesal de ketiye û zik gîhaye nêzîka ber devê wî. Ji fediya zikê xwe re ev mîrov dernakeve nav civatê. Di mala xwe de hepsî maye. Çareseriya nexweşîya xwe dawî li cem Hekîmê Loqman dibîne…
Hekîm bi rastî û bi çavekî Hekîmî li neweşe xwe temaşe dike. Zanabûnên xwe yên psîkolojîkî di ber çavan re derbas dike. Zanebûnên xwe yên li ser mirovan dibîra xwe tîne. Nexweşê xwe diparzûnîne, dixwaze teqla wîna fêr bibe. Li gora çavderiya ku Hekîm dike, ev mirov, miroveke li ber xwe ketiye. esîl e, cuwamêr e. Piştî wan daneyan Hekîm biryara metodekî taybet dide; ji bona saxkirinê pesinandina nexweş pêwiste…
Hekîm nexweşê xwe li ser textê amelîyatê dirêj dike. Hekîmê Loqman destê xwe datîne ser zikê nexweş û pê re hûr hûr diaxive, dibêje; tu mirovekî cuwamêrî, xwedî esaletî, tu li ber xwe dikeve, tiştek nabe, ev nexweşî we derbas bibe… Heta ji Hekîm tê axavtina xwe ji dil dike…Reweşeke mirovantî dinava xwe û nexweş de avadike. Çiqase Hekîmê Loqman pesnê wî nexweşî dide, zikê wîna di bere dadikeve û biçûçîk dibe… Çiqasî Hekîm pesnê nexweş dide, ev şerm dike, li ber xwe dikeve û ji ber vê yekê jî werma zike wîna dadikeve. Hekîmê Loqman pesindana xwe berdewam dike heta ku zikê nexweş dadıkeve pîvanên normal…
Di vê navê re kurê Hekîmê Loqman li ber destê bavê xwe ye û pir bi balkêşî li bavê xwe guhdar dike…
Rojeke din nexweşek bi heman nexweşîye serdana Hekîmê Loqman dike. Lê vê care Hekîm ne li cîhê xwe ye. Kûrê wîna li nexweşan dinêre. Gava ku kurê Hekîm nexweş dibîne metodê bavê wîna tê bîra wî. Kurê Hekîm bi gotinên bavê xwe bi nexweş re diaxîve. Ew çîqase pesnê nexweş dide, nexweş bêtir diwerime… Dibêje; tu cuwamêr e, tu mêrxas e, tu li ber xwe ketiye, tu merd e…Nexweş her ku diçê diwerime e…
Kurê Hekîm çiqase taybetmendîya mirovên baş hebin ji nexweş re dibêje, ev çî bibêje, zikê nexweş jî ewqasî pê re mezin dibe, diwerime û di dawî de diteqe! Kurê Hekîmê Loqman matmayî dimîne û bûyerê fêm nake…Di cîhê xwe de cemidî dimîne…
Rojeke din Hekîmê Loqman vedigere cîhê xwe. Bûyera ku biserê kurê wî û nexweş de hatiye  dibihîze. Dixwaze bûyerê ji kurê xwe guhdar bike; Kurê wîna bûyerê jê re dibêje, ta jê re bi derziyê vedike û di dawî de ji bavê xwe re dibêje; yabo! Te çi kiribû min jî wilo kir! Te çi gotibû min jjî ew got!
Bav pêşî hinekî diponije… Dura ji kurê xwe re wilo dibêje; her metod li her nexweşî naye kurê min! Hemû nexweş ne weke hevdû ne! Nexweşî çiqasî yek be jî, nexweş e ku vê nexweşîyê hildigirîn xwedî taybetmendîyên cihê ne. Guhdar bike kurê min; nexweşe ku min ew saxkir, mirovekî cuwamêr bû, mêrxas bû, esîl bû, dinya ditibû, min çiqasî pesnê wî dida ew li ber xwe diket û werimandina zikê wî pê re dadiket. Nexweşe ku tê lê nêrî, mirovekî fehş bû, ji xwe fedî nedikir, xesîs bû, tîrsonek bû û bêexlaq bû. Ji ber vê yekê jî, gava ku te pesnê wî dîda, wîna xwe bêtir dinepixand. Dikete çav xwe û fehştir dibû, mirovekî bê fedî dibû, te jê re qala merdbûnê dikir, ew hîna xesîstir dibû û di dawî de bû goriyê fehşiya xwe. Ji ber vê yekê jî ew di bin barê xwe de teqiya û pîsîtî ji vê dinyayê çû!..
Çîroka Hekîmê Loqman bi kurtî wilo bû…
Veca, divê mirov li ser metodê xwe yê axavtinê gelekî balkêş be. Di gûftugoyên xwe de ketûber û rêzber ne be. Li gora taybetmendîyên mirovan divê danûstandinên me berbiçavbin û armanca pêwendîyên me gelekî zelalbin. Bila pesindanên me bipîvan bin û ji rastîyên dîrokî û civatî ne dûr bin. Gava ku mirov behempa pesnê sîyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, rojnamevan ûhw, bêyî ku mirov wana baş nasbike bike, tahlûke heye ku ev mirov ji ser xwe herin û weke nexweşê kurê Hekîmê Loqman, di dawî de biteqin û ji vê dinyayê barkin…
Heger em naxwazin bibin qatilên mirovan, divê em dev jî pesindanên bêhempa berdin û weke mirovên azad û dost di hevdu re biaxivin. Wê gavê axavtin dibe xwedî watê û rêya mirovan jî ronî dike.

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »
%d bloggers like this: