Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!

Em kurd in, serbilind in, ji her tiştî baş fêhm dikin û her wiha weke bayê bezê, ji bilî kurdbûna xwe jî entegreyî her tiştî dibin…
Heke na, fermo werin em bi hev re şore bikin!…

Ji xwe kurd berî Adem û Hawayê hebûne, lewma jî Adem û Hewayê jî kurd in. Dema ku mirov lê dikole jî, ne dûrî aqilan e. Adem û Hawayê li navbera Dîcle û Feratê ango li ser axa pîroz Mezopotamyayê jîyane û dane lotikan. Ji xwe slogana “Bê lotik jîyan nabe!” jî ji wê serdemê tê. Û ji xwe heke ne kurd bûna, bi sêvekê nedixapîyan û ji bo çila zikê xwe dest bi hevfirotinê nedikirin û nedibûn pêlîstoka marekî beradayî…
Bi kurt û kurmancî, Em kurd bi rengê xwe, bi hişmendî û mentiqa xwe, bi nirx û taybetmendîyên xwe, bi sekin û tevgerên xwe, bi bîr û bawerîyên xwe û bi hest û mestên xwe, naşibin tu kesî; em em in wîî! (Di hest û mestên xwe de peyva “mest” ji bo hevoksazî û hûnandin û xemilandina hevokê hatîye bi kar anîn, yanî serê xwe pê re neêşînin, wateya wê tune ye)

Bi destpêka şerê çekdarî re, çûk-mezin, jin-mêr, kal-pîr em hemû bûn şoreşger, teorîsyen, rewşenbîr, sîyasetmedar, stratejîst û nizanim û çi nizanim çi…

Apê me bi navê “Mêrê hundurê xwe bikujin” pirtûkek nivîsand, gelek xortên me girêkên gû li doxînên xwe xistin, heta hetayê nema vebû; mêr bi jînên xwe re, xort bi cancanokên xwe re bûn xwişk û bira. (Heta kalkê min Evdo dev ji lotikên xwe yên germ û nerm berda û nema çû nav nivînê pîrka min)

Bi slogana “Wekhevîya Jin û Mêr” re gelek jinên me yên ku hîn xwe nas nekiribûn, hîn meseleya jintî û mêrtîyê baş ji hev dernexistibûn, li ser serê mêran bûn agir û bi wan ketin. Mîna pîsîkan rapelikîn nav çavên wan…
Bi hinceta wê slogana xweş, gelek malbat ji binî de hilweşîyan. Gelek mêr çûn ber keran… Gelek zarok man li ber dîwaran… Û gelek jin jî… hewce nake ez bînim zimên, ji xwe we fêhm kir…

Bi vekirina TRT6 ê re, em hemû bûn kurd, kurdewar, zimanzan, rojnameger, sîyasetmedar, lîstikvan, şanoger, derhêner, çêker, stranbêj û hwd… (Yên ku heta wê rojê di jîyana xwe ya rojane de tenê nîv saetê bi kurdî nepeyivîbûn, agir bi erdê xistin)

Bi Beşdarbûna tîma Kurdistanê ya ji bo kûpa navnetewî ya Filîstînê jî, em hemû bûn fitbolhez, fitbolnas û şîrovegerên fitbolê. Ji nezanê me bigre heta zanayên me, ji nexwenedeyên me bigre heta entel û rewşenbîrên me, ji şivan û gavanên me bigre heta doktor, parêzer, endezyar, rojnameger û nivîskarên me, em hemû bi fitbolê rabûn û bi fitbolê rûniştin.
Şaş fêhm nekin, armanca min ne rexnekirin e. Ez van tiştên ku li ser fitbolê dibêjim, weke rexne li xwe negrin. Ev pijiqandin, derbûn û gûrbûna hestên neteweyî ne. Mesele ne fitbol û hezkirin an jî lîstik û xweşlîstika fitbolê ye, mesele bêrîkirin û hesreta axê û wî navê pîroz e.

Ax Kurdistan Kurdistan navê te pirr şêrîn e!

Min deh-duwazdeh salan bi awayekî heweskarî li gelek deran bi fitbolê lîst, nuha jî ku derfet çêdibe, bi hevalan re carcaran heftê rojekê dilîzim. Yanî dixwazim bêjim, kêm zêde ji vê quzilqurta fitbolê fêhm dikim.
Fitbola ku di vê tûrnûvayê de tê lîstin jî, li gorî fikir û nêrîna min weke du tîmên gundên Mêrdînê bi hev re bilîzin e. (Bi ya min heke tîma gundê Kanîsorkê ku bi ser Qosera Mêrdîne ve girêdayîye beşdarî vê tûrnûvayê bûba, teqez kûpa ji wan re bû û Celalê Sahdo jî wê biba lîstikvanê herî serkeftî yê tûrnûvayê)

Saeta ku maç dest pê dike, civînên sîyasî tên betalkirin…
Çalakîyên civakî tên taloqkirin…
Nivîskar ji nivîsên xwe, helbestkar ji helbestên xwe dixeyidin…
Yextîyar nimêja xwe nîvco dihêlin û revî revî ji mizgeftan derdikevin…
Pîrekên ser tenûran nanên xwe di tenûran de ji bîr dikin…
Beroşên li ser tifikan li ser êgir tên jibîrkirin…
Zarok ji sikak û kolanan vedikşin, sikak û kolan lal dibin…
Mêr dev ji serpêhatîyên xwe yên nîvderewîn berdidin û konsantreyî ekranê dibin…
Yanî bi kurt û kurmancî saeta ku maç dest pê dike, jîyan disekine, ji bo me kurdan kar û xebat betal dibe, da ku piştî her avêtina goleke tîma Kurdistanê biçûk mezin bi hev re bêjin, “Bijî Kurdistan! Bijî Kurdistan!”

Ax Kurdistan Kurdistan navê te pirr şêrîn e!

Ji bo pêşeroja tîma Kurdistanê çend pêşnîyarî:

1- Bila weke mam Celal her êvar goştê elokan nexwin.
2- Rast e, lotikavêtin xweş e, lê di tûrnûvayan de heta ku ji wan tê divê zêde bi sî û starê jinên xwe nekevin. Bila lotikan kêm bavêjin, lê baş û şidîyayî bavêjin. Hindik û rindik…
3- Ji bo nod deqeyî karibin li ser xwe biedilin û weke yên ser dêlikan ziman li wan nekişe, baş bixebitin, antreman bikin. Her fitbolîsek divê çenteyekî piştê tije kevir bike, bavê nav milên xwe û di nav erdên nuhcotkirî de saetekê bazde, bireve…
4- Divê her şev berî raketinê taseke dimsa omerîyan vexwin…
5- Teqez divê heftê rojekê hûr û rêvîyan û serûpê bixwin…
6- Her êvar piştî şîvê, sênîkek ji her tahmên-fêkîyên her bajarên Kurdistanê hatine berhevkirin bixwin, da ku hestên wan ên neteweyî xurt û geş bibin…
7- Divê qet li taktîk û stratejîyên sîyasetmedarên me guhdarî nekin…
8- Berî maç dest pê bike jî, divê hemû fitbolîs li hev kom bibin û bi hev re strana Şivan Perwer a “Hernepêş” bixwînin… Heke na, av çû bin qûna we!

About The Author