Ez mecbûrê te me, janpêneketo

Heqê min, ez anuha rabim kîrê xwe di ber de jêkim û xwe jê xelas bikim.


Tam di çilê xewê de (kêliya xewa herî şêrîn) radibe serî radike, zixta li min dide da ez bi serî bigirim û wî bibim tuwaletê çend niqut mîz jê berdim.
Ez ranebim nabe, nahêle xew têkeve çavê min…
Ez rabim nabe, xew li min diherime.
Derdê bê derman e.
Heger min zanîbûya ez ê bi zimanê xwe karibim wê zewqa îlahî bistînim, bi telaq min ê îşev di ber de jêkira, nedihişt sibê.
Îja heyran,
zewqa ew janpêneket û zewqa ziman didin ne yek in.
Rast e,
ziman jî diedilîne, lê janpêneketo yeman e; him xwediyê xwe, him jî xwediyên xwediyê xwe bi cizbê dixe.
Ya din jî,
jixwe êdî ez bi tenê ne erkdar im ku li ser wî biryar miryaran bidim. Qasî min heqê hin xaniman jî heye…
Çi bikim?
Ez mecbûrê te me, janpêneketo.
Yan na,
heqê te meriv te di binê quzekî genî de veşarta…
Îja ne li ber te, ez li ber xwe dikevim
û dilê min bi wan quzên belengaz û stuxwar dişewite.

About The Author