Xalê me kîrtûjo berê xwe da axretê

Kîrtûjê navdar, mêrê 130 jin û bavê 210 zarokan Akûkû Danger, di 92 salîya xwe de mir û ev dinya ji wî re jî nema. Malmîrato hingî mirî û ketîyê jinan bû, tam 130 carî zewicî bû û rekor ?ikenandibû. Akûkû Danger (Danger tê wateya xeterê)  wek herî kîrtûjê dinyayê dihat naskirin û xwedênehi?to wek gayê nav garanê bi dû jinan diket.

Werhasilî kelam, serpêhatîya xalê me Akûkû Danger ê Kenyayî dûdirêj e.

Lê ti?tê balkê? ev e ku xalê me Akûkû di hevpeyvînek xwe de gotibû „Cazîbeya min bala jinan dik?îne. Tu jin nikare xwe li ber spehîbûn û cazîbeya min bigre. Çi jina ku çav li min dikeve, dil dikeve min û doxîn jê di?emite“ filan û fîstan.

Akûkû yê ku wek tenîya binê bero?ê re? û qemer bû, ew spehîbûn û cazîbe ji ku anîye nizanim. Lê kes nabê dewê min tir? e baba. Ma law Akûkû û cazîbe ji hev re çi dibêjin ji bo xwedê! Ma tenîya binê bero?ê û cazîbe?

Ez serê we neê?înim, ev dinya ji xalê me Akûkû Danger re jî nema. Lê xwedê heye, mêro têra xwe lotik avêtin haaaa, heta bi mirina xwe jî fî?ek li der fî?ekê teqand.  Ma law xwedê teala 130 jinî dike qismetê kê kaka? Helbet kerametek di kele?kofa xalê me de hebû ku jin pêve dizeliqîn. Yan na kî kare derdê 130 jinî bik?îne û li ber pitepita wan debar bike.

Axir, rehma xwedê lê be û ciyê wî bihu?t be rebbî.

Lê ez ditirsim xalê me Akûkû Danger di bihu?tê de jî rehet nesekine û bela xwe di 130 horîyan de bide ellawekîl. Çawa be kurmê ?îrî heta pîrî ye kaka…

Kenya

About The Author