Kurdekî me yê welatparêz û Kurdperwer, lî gundekî herêma Behra Reş (Kara Denîz) mamoste bû. Xelkê wî gundî jî xwe bi henek û gelek car jî bi qestî (bi mebest) derheq Kurdan de tiştên ne baş digotin. Mamosteyê me yê Kurdperwer herdem bi wan re di gengeşîyê de bû.
Rojekê lî qehwexanê rûniştibûn, mijar kirinên qereçîyan bû. (Ez pêşîn ji Qereçîyan leborîna xwe dixwazim, ew jî mirov in û li gorî xwe xwedî rûmet in) Lê devê kîjan gundî vedibû ji Qereçîyan re digotîn Kurd û pê re jî bi hev re gotîn “ Kurd hatin wiha kirin, wiha dizîn, wiha nizam çi kirin .“ Mamosteyê Kurdperwer soro moro bû, ji hêrsa badîna çay (îskan) li erdê xist û rabû pîya.
Gundî metel man, tu wate nedan vê tevgera mamoste. Yekî got “ Mamoste efendî, çibû ? Tu çima aciz bû? Kesekî ji te re tiştekî nebaş negotîye, tu çima îskana çayê li erdê dixî ? Ev lî me heqaret e…” fîlan û bêvan.
Mamoste sor bibû, bî hêrs got “ Lo lawo heqaret be ,we navê Kurdan kiriye Qereçî û hûn ji sibe da li min heqaretê dikin. Hûn qe fedî nakin, şerm nakin? Şerma mezîn ya we ye lo. “
Gundîyekî got “ Mamoste, bîbore welehîn ji berê de heta niha me nizanîbû ji wan re dibêjin Qereçî, me ew Kurd dizanîbûn. “
Werhasîl….
Lî ber mamoste gerîyan, qanî kirin û cardin suhbeta xwe dom kirin.
Îro jî navê hemû Kurdan kirine PeKeKe. Di mizgeft û xwendegehên xwe de, di malên xwe de û li her derê bêperwa li Kurdan nifiran dikin, de were temûl (dîyax) bike, ka wê çawa be ?!
Nîşe: Cejna we ya boraqê pîroz be gelî lotîkxanecîyan.
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye