XALÊ ROVÎ

 Kurd ne Kurdên berê ne. Lê hawîrdora wan bi cinawirên xwînxwer ve hatiye pêçandin.
Disa jî bê hêvî nînîn, nikarin rêyekê bibînîn. Êdî dem û dewran hatîye guhurandin. Rizgarbûna wan bi çalakîyên leşgerî-tundî ango wek mirîd di bin hikumranîya zirKurdan de nabe. Bi bawerîya olî qet nabe. Ji bo rizgarîyê yekîtîyek bi hestên netewî, zanyarî û dîplomasî pêdivê. Mînak: Wek bûyera xalê me yê rovî……

Xalê me yê rovî bi zikekî birçî di nav daristanên bê dawî de winda dibe. Xwe li virde û wêde dide hestîyekî dibîne ku bikevêje. Ji dûr ve pilingek ji wê de ber bi vî de tê. Rovî bi tirs xwe bi xwe dibêje: „Ev piling wê min bixwe, lê divê ez bi aqilê dîplomatan bikim ku nêzîkî min nebe.“

Tê gotin dîplomasî ev e ku mirov xwe xurt nîşan bide, rehet raman bike û bîryar bide da ku bikaribe bi çekên dijmin zora dijmin bibe.
 
Xalê me yê rovî hestî dalêse û di bin dûvê xwe de jî piling dişopîne. Dema ku piling ji paş ve û bê deng nêzîkî wî dibe ku êrîş bike, rovî hestîyê ber xwe dikevêje û bi dengekî lerzok dibêje: „Goştê pilingekî têra min nekir, lê hestîyê wî jî çi xweş e lo. Xwezî pilingek din jî bihata vir, minê zikê xwe bi goşt û hestîyê piling têr bikira.“
Dema ku piling van gotinan dibîhîze, tirs û xofek bêtoşe dikeve kezeba wî û hildikişe ser darê.

Meymûnek jî li ser darê ye, li halê rovî u piling temaşe dike. Ji bo ku ji piling ditirsî, ji dûr ve jê pirs dike:
-Tu ji bo çi xwe li vir vedişêrî brakê piling?
-Min canê xwe ji ber lepên wî rovî zor xilas kir.
-Ez dixwazim alîkarîya te bikim. Tu ji sûnd bixwe ku ji niha û pêda tu bela xwe nedî me.
-Ser seran ser çavan. De li pişta min siwar be emê wî rovî kerî kerî bikin.

Rovî dinere ku wa ji wê de meymûnek li pişta pilingekî siwar bûye tê. Dema ku meymûn û piling nêzikî wî dibin ku xwe bavêjin ser wî, ew hestî dikevêje û dibêje:
-Ew meymûna bê hiş û bê aqil li ku ma? Nîv saet berê min rêkir ku ji min re pilingekî din bîne ez bixwim, lê hê nehat.
Tirs û xof dikeve dilê piling, meymûna ku li ser pişta xwe kiriye dawêje erdê û baz dide, meymûn jî baz dide.
Qijikek li pey wan dike qêrîn:
-Pilingooooo! Ma ew lezbûna te ji bo çiye looooo?
Piling rastîyê vedişêre, bi devekî şermok:
-Çermê min gelek giranbuha ye, ji ber tahsîldar bazdidim.
-Meymûna qeşmer tu ji bo çi baz didî? Ji xwe qûna te tazî ye wî…

About The Author