Ew jî ji kîsî me çû

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 5

Min ew li Êrîvanê nas kir. ?ev nîvê ?evê hatibû pê?îya me. Em grûpek ji Ewrûpayê çûbûn, kesê ku di wî temenê xwe de, bi wî porê spî û bi wê kesayetîya mitewazî hatibû pê?îya me Grî?ayê Memê bû.

Grî?a wê demê nebûbû edîtorê rojnama Rêza Teze, xebatkarek ji rojnamê bû. Cara pê?în bû ku min Kurdên Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê nas dikirin. Helbet min ew nas dikirin, lê wek hevdîtina rasterast cara ewil bû. Xwedê heye, dîtina Kurdên Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê bandorek mezin li ser min hi?t, enerjîyek zêdetir da min, hestên min ên xurt hê xurttir kir.

Çima?

Ji ber ku ji her ti?tên wan Kurdayetî difûrîya. Rabûn, rûni?tin, xwarin, vexwarin, mêvanperwerî, adet û tore, te digot qey ew ne li Ermenistan, Gurcistan û Rûsya, lê li gundekî Omerya, li gundekî Torê û Serhedê dijîyan. Dev ji adetên xwe, wê Kurmancîya pak û Kurdayetîya xwe bernedabûn. Bawerim ev ji Êzîdîyatîya wan , ji xurtbûna hestên wan yên xurt dihat. Ji xwe piranîya Kurdên li Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê Kurdên Êzîdî ne. Her çiqasî dewleta Ermenistanê hinek nakokî xistibin nava wan û hinek Êzîdîyên Ermenistanê xwe wek Kurd nehesibînin jî, lê piranîya wan xwe Kurd qebûl dikin û xizmeta Kurd û Kurdî dikin. Yek ji wan jî Grî?ayê Memê bû ku li dijî wan kesên ku digotin”em ne Kurd in” derdiket.

Me çend rojên xwe? bi hev re bihurand. Grî?ayê Memê, Emerîkê Serdar, Rizgan, Cemal, Egîdê Cimo û çend kesên ku navê wan nayê bîra min.  Grî?ayê Memê jî wek piranîya rew?enbîr û Kurdên Ermenistanê xwedî kesayetîyek nerm, mitewazî, rêzdar û dilovan bû. Bi ser ku rew?a wan a aborî ne ba? bû û zikek wan têr yek birçî bû jî, derhemek ji mêvanperwerî û qedirbilindîya xwe winda nekiribûn, nedikirin. Adet û toreyên Kurdan ji her rabûn û rûni?tina wan dibarîya, difûrîya. Aha enerjîya ku hestên min xurttir kiribûn ev adet û tore, ev Kurmancîya xwe?, ev insanetîya rasteqîn bû.

Min di nivîsek berê de jî nivîsandibû. Rew?enbîr, nivîskar, rojnamevan û piranîya Kurdên ku xizmeta Kurd û zimanê Kurdî dikin, jar û perî?an in. Rojnama Rêya teze nî?ana vê rew?a ?erpeze ye. Bi ser vîqasî de jî, rew?enbîrên Kurd ên Ermenistanê bi zikek têr yek birçî xwe ji xizmeta zimanê Kurdî re nedane pa?, nadin pa? û hewldar in ku ji bo paraztina ziman, adet û toreyên Kurdî kevikerekî deynin ser kevirê din, bi wan keviran stûna zimanê Kurdî qewîntir bikin. Çi rojnama Rêza Teze be û çi Radyoya Dengê Êrîvanê be?ê Kurdî be, xizmetek mezin ji çand û zimanê Kurdî re kirine. Nivîskaran bi qelem û pênûsa xwe, hunermendan jî bi deng û awazên xwe di van herdu sazîyan de xizmetek bêhempa ji Kurd û Kurdistanê re kirine. Ev rastîyek e. Kesên ku ked û xizmeta xebatkarên Rêya Teze û Radyoya Êrîvanê înkar bikin, bawerim wê ji herdu çavan kor bibin û bi mirazê xwe ?a nebin. Aha Grî?ayê Memê jî yek ji wan xebatkaran bû.

Werhasilî kelam..

Me rew?enbîr û kedkarekî din jî winda kir. Grî?ayê Memê di 62 salîya xwe de ji nav me koç kir û em di nava ?înê de hi?tin. Bela rehma xwedê lê be, serê malbat, dost û temamê gelê Kurd sax be.

Hêvîdarim wê Kurdên halxwe? destê alîkarîyê dirêjî rojnama Rêza Teze, Radyoya Êrîvanê û temamê rew?enbîr û hunermendên ku kedkarên çand û zimanê Kurdî ne bikin. Di serî de jî hikûmeta ba?ûrê Kurdistanê.

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

5 Comments Already

  1. Rehma xwedê lê be
    Serê malbat ,heval u hogirên wî sax be

  2. Min dengê Kurd û Kurdayatî yê bi saya serê Radyoya Yerewanê û bi dengên dengbêjên herêmê û bi dengûbahsên ajansa radyoyê nas kir. Rêya Teze jî di warê çandî û kulturê de xizmeta Kurda kirî ye.
    Rew?enbîr û birûmetên wek Girî?ayê Memê yeko yeko diçin û dilê me di perite. Xwedê bi rehma xwe ?a ke. Serê malbata wî û dostên wî sax be.

    Kekê Pîrkemal sipasî ji buy nirxandina te

  3. Welle bila serê me hemu kurdan sax be. Bila xwedê li cenneta xweshik ciyê herî nermik u germik ji bo apê me kurdistanperest Grîshayê Memê hazir u nazir bike, amîîîîîn.
    Ê tabî sayin bashchavîsh abêmiz Pîrkemal cîgerim ha ha dibêje “rêZa teze” u îmana meselê dike wekî shorba tirkan qerdashim. Law ez bi mishkiya xwe qebheteke wiha nakim kuro, chawan dibe ku sayin bashcavîsh abêmiz tishtekî wilo bergîlkî dike, wîîî?

  4. “KULTURA ME KURDEKI MEZIN UNDA KIRI’YE”
    “Heja GRISAYE MEME ”
    Ez gelek xemgin im kultura me kurdeki heja welatparez wenda kir.
    Wek hun kurden ermenistane ,xwedane kultura me autoktonin , serbilindin emege we ser me hemu kurdan pir girane.
    We bere xwe da hemu dujmina bî tu cara xirab ti nexistiye nava kurdan, hun kurden resenin hun kurde aqilbendin hun koka kultur u erf edete me kurdan in.

    Eva bist rojan bere te min ra telefon kiribu denge te xwes hela ji guhe mi daye.
    Te min ra gote Gino can ez e ji te ra disa nimuna rojnama RYA TEZE bisinim cave min hela re daye le bele feleka xayin te nav me da zu birçu.

    Kurde navdar gava me hev ra telefon dikir te qala QERSA SEWITI dikir cih ware bav u kalan, dile te pir tênik dîbu iro dile min ji boy na wefata te pîr tênik buye ez iro pir xemgin im hewidarim nave te ye heri mezin ji herfen zerin va ji diroka kultura me da bê biranin.

    Bira ser e xanim u zaroken te xwes be.
    Silav u Rez

  5. Gîno Lobaro ew kes e, ku du salên dawî bêdeng alîkarîya aborî dida rojnameya Rya teze û hîç caran jî ne xwestîye, ku navê wî bê dayîn û pesin lê bê kirin. Dilê wî ji bo rojnameya bi nav û deng di?ewitî. Niha jî dilê wî ji bo berpirsyarê wê Grî?ayê Memê xemgîn bûye.

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: