KÊ BAVÊ ME DİZÎ ?

Bejin kinik û mirovekî wek zarokek heft salî gewde biçûk bû, Li Almanyayê çû ser dilovanîya xwe. Wesyeta wî hebû, gotibû “ Keça min, ku ez mirim min li vir bin ax nekin, bila gora min li welatê min be. “

 Keça wî laşê bavê xwe kire qutîya televizyonê û da ser banê trimpêlê berê xwe da welat. Hate Bulgarîstanê, westîyabû (betilîbû) dem şev bû. Di trimpêlê de raza, kete xewê. Şefeqê rabû çi bibîne ! Diza ew qutîya televizyonê ku laşê bavê wê tê de bû dizîne. Keçik bi qêrîn û qajîn çû ba polêsên Bûlgar derdê xwe vegot . “ Bavê min mir min jî ew kir qutîya televizyonê anî ku bibim welat gor bikim, lê qutî dizîne. Ji bo xwedê meytê bavê min bibînin !

Polêsên Bûlgar gotin “ Tu çawa bê destûr û bêagihandin laşê mirîyekî bi xwe re tînî ? Emê di derheqê te de lêpirsînê vekin.

Keçikê neçar dev ji bavê xwe berda û derbasî Tirkîyê bû. Çû ba mudurê gumrûkê, bi çavên rondik dibarin bûyer jê re got. Mudurê gumrûkê bi hinkûfên Bûlgar re ket têkilîyan. Werhasil meytê bavê wê dîtin û anîn dane keça wî.

Mirî be jî xwedê tu kesî bê  bav nehêle rebî !

Ez difikirim bavê me Kurdan jî dizîne, çimkî gelek Kurdan ji xwe re bavên Ereb, Faris an jî Tirk dîtine.

Hûn dibên çi gelo ?

About The Author