Piştgirîya başur azadîya bakur nêzîktir dike…

Van salên dawî, di navbera her çar parçeyên Kurdistanê da têkilîyên balkêş çê bun û Kurdên herçar alî jî roj bi roj nêzîk hev hatin.

Hêz û partîyên her çar parçeyên Kurdistanê îro wek hev nefikirin û di nav kongreyek netewî da hê neyên ba hev û konferansek netewî lidarnexînin jî, wek salên borî bi hev ra şer û neyartîyê jî nakin…

Ez bawerim ji bo vê yekê Kurdên Başur rolekî mezin leyîstin, hê jî dilîzin. Lêwra gor Kurdên din, îro xwedî imkanin û ne tenê li ba Iraqê, li ba dewletên navnetewî da jî xwedî statûyek baş û azad in.

Kurdên Başur di nav demek kurt da gelek gavên gring avêtin. Berî her tiştî ji bo parastina herêmê ji pêşmergan ordîyek modern sazkirin, di warê aborîyê û di gelek xalên din da jî bi pîlan û programên balkêş xebitîn. Gund û bajarên herêmê ji nu va avakirin. Îro bi hezaran Tirk û Ereb û Ecem, li wir wek karmend û karker dixebitin.

Ji ber wê yekê ye ku dewletên herêmê yên ku duh wan wek mirovên paşveru didîtin û qilfên xwe bi wan dikirin, îro rêya Başurê kirine wek rêya avê. Dewletên ku duh wan nasnedikirin, îro li Hewlêrê konsolxaneyên xwe vedikin û ji bo xurtbuna têkilîyên xwe yên karmendîyê dixebitin.

Ji bo Kurdên ji dervayî Başur jî rewş wusa ye. Di hemû pêrçeyên din da serê kê diêşe, berê xwe dide Hewlêrê, kî dixwaze gavek nu bavêje, dikeve ser rêya  Selhaddînê, kî daxwazên xwe bi dest naxe, derîyê Xelîl Îbrahîm ravayê dewletên dagirker dide û Kurdistana Başur ji xwe ra wek qonaxek hazir û nazir dibîne.

Ez bi xwe ji bi van têkilîyên Kurdan gelek kêfxweşim û serbilind im. Hê welatek serbixwe ne be jî, Başur, ji bo me hemû Kurdan qonaxeke netewî ye…

Bi hezaran xortên Kurd îro li Zaningêhên Kurdistanê da dixwînin. Dîsa bi hezaran Kurdên ji Bakur û Rojahilat îro wek Kurdên Başur li wir dijîn û xwe ne koçber ne jî penaber dihesibînin.

Di navbera Kurdên Rojava da proplem derdikeve, berê xwe didin Başur û di bin çavdêrîya Serok Barzanî da proplemên navbera xwe çareser dikin û bi piştgirîyek xurt vedigerin malên xwe..

Kurdên Bakur jî dema dikevin tengasîyê, berê xwe didin Hewlêr an jî Silêmanîyê û ji Kak Mesud an jî ji Mam Celal alîkarîyê dixwazin…

Ez bawerim, hata roja îro çi ji destên wan hatibe, wan jî wî bê hesab û bê kîtap anîne cîh.

Lê xuya ye, Kurdên Başur îro di warê moralî da hewceyî piştgirîya Kurdên ji dervayî Başur in. Ji ber ku hukumeta Iraqê û Kurdistana Federal li ser dewerên bênavkirî, bi taybetî jî li ser Kerkukê, bihev nakin. Malîkî dixwaze Kerkuk û dewerên bênavkirî grêdayî hukumeta merkezî ya Iraqê bike. Ji bo vê yekê jî hezên bi navê Operasyona Dîcle yê ber bi Kurdistanê şand. Duh roj berê di navbera wan û Pêşmergeyên Kurd da şer derket û ji wan 13 esker hatin kustinê. Heger ew proplemên ku di navbera hukumeta Malîkî û hukumeta Herêma Kurdistanê da hene, di demek kurt de neyên çareserkirin, ewê bibin sedema şerê Kurd û Ereban.

Sedem vê yekê cîgirê serokê Amerîka Josef Biden, çend roj berê di daxuyanîyek xwe da bang li Malîkî dike û dibê; „Şerê bi Pêşmerge ra ji bo me xeta sor e û heger êrişek artêşa Iraqê de bo ser Pêşmerge û dirustbuna her şerekî, çi li Kerkukê be yan jî li cîhekî din be, dê hêzên Amerîka destwerdanê bikin.“

Êrişa ku li ser Pêşmergeyên Kurd ji bo Amerîkayê xeta sor be, gelo ji bo Kurdên ji dervayî Kurdistana Başur ra wê çi be?

Ez bawerim bersiva vê yekê jî birêz Mehdî Zana di daxûyanîya xwe da daye û tê da wuha dibê; „Heger di navbera Kurdên Başur û Iraqê da şerek derkeve, divê ezê herim Başur û ji destên min çi were ezê bikim.“

Zana di daxuyanîya xwe da bang ji Kurdên diasporayê ra jî dike û dibê, „gere hemu Kurd li Kurdistana Başur xwedî derkevin, mafê û piştgirîya wan bikin.“

Ev banga ku birêz Mehdî Zana li Kurdên diasporayê kirîye, bangekî pêwîst û hêja ye. Lê mixabin ne tenê Kurdên diasporayê, gere hemû Kurdên ji dervayî Başur, bi taybetî jî yê xwedî hêz, ji îro da piştgirîya xwe ya ji bo Kurdên Başur îlan bikin û ji bo wê jî çi lazime bînin cîh.

Bi wî awayî Malikî û neyarên gele Kurd yên din jî wê bizanibin ku, Kurd wek salên borî ne bê xwedî, ne jî bê çare ne.

Kurd li kîjan parçeyî an jî li kîjan welatî dijîn bila bijîn, piştgirîya wan ya ji bo parastina Kurdistana Başur, qasî ku morala Kurdên Başur bilind bike, ewqas jî azadîya Bakur û Rojhilat û Rojava jî nêzîktir dike…

22.11.2012

Navkurd

About The Author