KURD Û LAZÛT

Kurdekî me li Elmanyayê karker e. Bi trimpola xwe  wexta wê bikeve otobanê, ji xwe re lazût dikire ku di rê de bixwe.

Lazûtê dixwe û koçanê lazûtê di paceya erebê re diavêje û diçe. Gava tê qonaxa sêhetê (kontrol) erdkar jê pirs dike dibê: “ Wexta tu kete otobanê te lazût kirî, ka t e koçana lazûtê çawa kir ?

Dibe nirçe nirça Kurdê  me, fêde  nake cardin pa? ve diçe koçana lazûtê tîne rave dike û  hinek dûr dikeve, cardin bi hêrs koçana lazûtê diavêje kêleka rê.

Rê bi dawî dibe, nêzî gi?eyê (çavî) dibe ku pere bide, erdkar dibê: “ Ezbenî,  gere di destê we de koçanek lazûtê heba, ka li ku ye ?

Kurdê me hêrs dibe, soro moro dibe ü dibêje: “ Ev çi to kare lo, xwezî min gû bixwara ne lazût…

Rebeno por po?man vedigere koçanê hildigire, tê û dibê: “ Ha ji te re koçan, ez pê de bimîzim hi “.

 Werhasil.

Wek lazûtê  me ji xwe re derd û kulên sererd û binerd peyda kirine. Em  bi ku ve  biçin pêsîra me bernadin, an emê li ber xwe bidin, an jî emê radest bin wesselam…

About The Author