Nivîs bi Kurdî xwe? e

Hûn Çi Dinivîsin Binivîsin, Lê Bi Kurdî Binivîsin…

Ez çi binivîsim?
Li ser çi binivîsim?
Li ser kê binivîsim, hiihi?
Li ser çi?
Li ser kê?

Ooooooooffffffffffffffffffffffffffffffffffff!!!!!
Ez li ser pîsan dinivîsim, navdar dibin…
Ez li ser pîsan nenivîsim, sebra min nayê.
Ez dinivîsim, derdek e; ez nenivîsim du derd…
Lê divê ez tim binivîsim; kî navdar dibe, kî nabe, ji gunê lawê min be.
Ji civakeke avis re, zimançepelî divê…
Ji civakeke beravêtî re, peyv û gotinên mîna xencer û ?ûjinan lazim in; ew jî bi zimanekî çepel pêkan e. Hin qe?mer û tewtewe hene; heta ku zimanê xwe ranek?înim û li dora stûyê wan nepêçim, heta ku zimanê xwe mîna ?ekaleke nîvqetiyayî li navçavên wan nexim, feteh nabin kuro, bi ?erefa Fexriyê Hecî Ehmed feteh nabin wîîî!
Carna kîloya firingiyan ji kîloya mirî?kan bûhatir dibe…
Dilê min dihere tir?ikekê, xwe amade dikim, mêjî, dil û ûrê xwe li gorî tir?ikekê terbiye dikim, lê hezar mixabin, dema dadigerim dikanê ji bo kirîna firingiyan, devê min dihere li pa? guhê min disekine; ?a? û metel li qulên çavên dikandar dinêrim.
Di ber xwe de, bêyî ku dengê min here dikandar, dibêjim: “Weyla ku min firingiyên te yek bi yek di qûna te kirno û berê xwe bi qesêb vedikim. Bi heqê kîloyeke firingî, mirî?keke wek betekê dikirim û vedigerim malê. Ji dêvla tir?ikê ?îva min dibe xe?leme…
Bero?a xwe datînim ser êgir, rûnê xwe bera binê bero?ê didim û bi qijîniya rûn re, go?tê mirî?ka xwe li binê bero?ê belav dikim. Go?tê min xwe? sor dibe û radiqele û hêdîka ava xwe ya ku min berê kelandiye bera ser didim. Qapaxa bero?a xwe pê dadikim û qûna xwe li ser do?ekê xwe? dikim. Pi?ta xwe didim balîfa xwe û xwe didim benda pijandina ?îvê.
?îv amade dibe.
Keldûmana wê hundurê odê dîl digire û hi? û aqil ji serê min diçe.
?îva xwe bera mesefê didim.
Mesefa xwe li ser sifrê datînim.
Nanê xwe û seriyeke pîvaz datînim ber xwe.
Çarmêrkî rûdinêm.
Pariyek nan jê dikim.
Destê xwe dirêjî mesefê dikim ku pariyê xwe di avdonkê dakim, dikevim xewn û xeyalan.
Pariyê xwe di cî de datînim û dibe ufeufa min:
“Ezê di mirî?kê nim ha! Ji sibehê heta êvarî nikilê wê di gû de ye; kurmek, zîroyek, kêzikek, mê?ek li ku be, nikilê xwe lê dixe û dixwe. Ne eyb û ne fedî, ez jî dikim go?tê wê bixwim. Bi telaq min nexwar, bi namûs min nexwar.”
Radihêlim mesefa xwe û diherim bera hew?ê hundirê qafikê seh didim.
Sehê malê dikeve ser, zikê xwe dide ber û ji xwediyê xwe re dibê: “Spas ji bo ehmeqî û bêaqiliya te”
Ma niza miqarna bi bexdûnis xwe? e yan bê bexdûnis?
Gelo hur û rêvî kî xwe? çêdike, ji ber destê herkesî tê xwarin?
Hur û rêviyên ba? nêyên paqijkirin, bandorê li ekla hur û rêviyan dike?
Ser û pî bi tenê xwe? e yan bi hûr û rêviyan re?
Berê pelûl hebû, pelûl; ji ard, ?ekir û avê çêdibû, yên bixwesta karîbû ji dêvla avê bi ?îr jî çêbikira.
Peyv nema bi kesî re dibe bi elawekîl; herkes ji ser xwe çûye, gewî bûye. Tew pelûl…
Tew hêrayî…
Tew sindik…
Tew sîrmask…
?orbenîsk xwe? e, ?orbenîsk?
Dengê we nayê min…
Wek ku hûn dibên “erê”
Ê de wê çaxê no?îcan be! Ji xwe ferqa vê nivîsê û ?orbenîskê tune ye…

About The Author