Ev nî?anên xêrê ne ellawekîl!

Kî çi çîrok û çîvanokan dibêje bela bêje, heta roja qiyametê jî Kurd û Tirk nabin bra û nikarin li hev bibanin. Ne xwîna wan yek xwîn e, ne zimanê wan û ne jî lotikên wan. Tirk ji nîjadê dêlegura Asenayê ne û Kurd jî ji nîjadê Arî, ji nîjadê Ristemê Zal, Kawa, Ferîdûn û Keyxusrew in. Ma cewrên Kawayê hesinger û cewrên dêlika Asenayê karin bibin brayên hev kaka? Naaaaa!

Axir, li ser bextê zinêkar û Beko Ewanan be, dibêjin zanîngeha bajarê Mersînê anketek qerase li ser jiyana Kurd û Tirkan çêkiriye. Di anketê de e?kere bûye ku roj bi roj Kurd û Tirk ji hev dûr dikevin, roj bi roj zêdetir li ber çavên hev re? dibin û her ku diçe Kurd û Tirk naxwazin bi hev re bizewicin.

Ma ka ji vê xwe?tir û bixêrtin gelî xwendevanan?  Ma law gur û mîh karin bibin brayên hev babam? Kuro bi ?e? telaqên jinberdanê, çilo insan û heywan ji hev dûr bin, cewrên Kawa û cewrikên Asenayê jî ewqasî ji hev dûr in lo, wey!

Ez serê we neê?înim, roj bi roj encamên anketên xêrê e?kere dibin. Kurd û Tirk sînorekî sor dik?înin navbera xwe û Kurdên xwelîliser ji xewnên „bratîya sexte“ ?iyar dibin, vediciniqin.  

De li ser xêrê be rebbî..

Mersîn

About The Author