Çi ecêb bakurî hatin bîra ba?ûrîyan gidî?

Kurdên bakur pir alîkarîya Kurdên ba?ûr kirin. Çi di dema Mistefa Barzanî de, çi di dema Qiyada Muweqed de, çi di dema destpêkirina ?erê 1975an de û heta îro jî Kurdên bakur ji Kurdên ba?ûr re texsîr nekirine, bi can û malê xwe fedakarî ji wan re kirine û dikin. Helbet divê meriv ked û fedakarîya Kurdên rojava jî ji bîr neke. Wan jî li gora hêza xwe xwedî li ?ore?a ba?ûr derketin, derdikevin û wê derkevin jî.

Werhasil, mesela me li ser kongra PDK û xelata Barzanîyê nemir bû.

Li ser bextê fitne û fesadan be, li gora saloxdanên sîxurên me yên di nava PDK de, dibêjin serok Mesûd Barzanî, di axavtina kongra 13. de bi qencî behsa xebat û fedakarîya Kurdên bakur kiriye, wefadarî kiriye û ji bo keda Kurdên bakur jî “Madalya Mistefa Barzanî” daye siyasetmedarê Kurd Derwê?ê Sado.  

Helbet ev ciyê ?anazî û kêfxwe?îyê ye. Lê xelat têr nake kaka. Madem hûn bi alîkarî û fedakarîya Kurdên bakur hatin van rojan û bûn nîvdewlet, divê hûn bi her awayî xwedî li Kurdên bakur derkevin û wan bi tenê nehêlin canekem. Haaaa, Kurdên rojava jî ji bîr nekin kaka, carekê Madalya Barzanî bidin wan rebenan jî. Ji bîr nekin, we hindik mirî?k û elokên wan nexwarin, hûn hindik carî di malên wan de ranezan.

Werhasilî kelam, Kurdên bakur bûn xwedîyê Madalya Serok Mistefa Barzanî. Bi xêr û selamet, wê di pê?erojê de Kurdên rojava û Partî Demokratî Lotikxane jî wê xelatê bistîne…

Zaxo

About The Author