Hesab

Xêrxwaza Dêrikî

Dema em ji serboriyan sûde wernegrin têkçûyîn û windakirin ne dereng e, lewra heke em li xwe werneqilin û neponijin ji vebal, bedel û gunehan berpirsiyar em Kurdên îro ne.

Ger destkeftî û firsetan winda bikin zûbizû emê negihîjin ti meqsedan. Helwesta min û ya miletekî yekgirtin û yekrêzî ye. Bi vê minasebetê divê ku êdî milet vê daxwaza xwe ya pîroz û di cî de li héviya siyasetmedaran nehêle.

Milet, xwediyê mafê xwe ye ku hesaban bipirse, divê milet doza vê yekê ji siyasetmedaran bike û wan mecbûr bike ku êdî westiyan, xwestekên milet bi cî nabe, her wiha bila milet wan ceza bike û wan ji ser post rake.

Berjewendiyê millet û netewî girîng e, yan siyasetmedar wê wek millet bike yan wê vekişe. Ti rêyek din nemaye. Hilbijartina herêmî nêzîk bû. Di hilbijartina herêmî de divê millet destê xwe li masê bixe û daxwaza xwe bi cî bîne. Divê 20 milyon Kurd bi şêweyek aştîxwaz û aqilane kulma xwe li maseyên siyasetmedaran bixin û wan ji xemsarî û bêtaqatiyê hişyar bike.

Helbet hesabpirsîn mafê wî yê rewa ye. Lê ku milletê me jî wek siyasetmedarên me xemsar, sersar û bê taqat be, wê di rewşa wî de tu guhertinek berbiçav çênebe û ewê her û her di nav rûnê xwe de bişewite û here.

About The Author