Sê xowarde ji Mûşê li trimpêlê siwar dibin, berê xwe didin Erziromê. Wê demê orispîyên Ecem û Rûsî di otêlan de karê qehpikî dikirin.
Li navçeya Gimgimê li ber derê meyfiroşekî sekinîn ku çend bîra (avceh) bikirin.
Celo got “ Kuro hûn çi dikin, çima li vir sekinîn ? “
Şemso got “ Emê çend bîra bikirin vexwin ku serê me xweş be lo “
Bû niçe niça Celo, hêrs ket.
Nûro zivirî ser Celo jê re got “ Çi nirçe nirça te ye oxlim, tu çi dibêjî? “
Celo got “ Law ev çi bîra mîra ye, heram e, welehîn ez bi we re nayêm, ezê vegerim Mûşê “ filan û fistan…
Pilqîn bi Şemso ket got “ De were li vê ecêbê binere, law ma qey em diçûn hecê ? Ma em naçin zînayê ? Qey zînêkarî pir helal e ? Tu wisa dixeyîdî. “ Werhasil…
Ev wek mesela hikûmeta virqo û qedexekirina meyfiroşîyê ye. Ji alîkî ve ji meyê ji sedî şêst û neh bêşê berhev dike, ji alîkî ve jî dibê “ mey herame, em zarokên xwe jê diparêzên “ filan û bêvan…
Gelo kîjan qezenca dewleta virqo helal e? Ka bêjin cîgerim.
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye