Dîsa Kurd, dîsa kujtina namûsê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 3

Kurd ji kujtina keçên xwe têr nabin. Kurdên ku di gellek zilm û zorên netewî de bêdeng û xemsar in, ku tê ser mesela namûsê (ku namûs ne tenê go?tê nav lingê jinê ye)  dibin ?êr û piling û dest bi kujtina keç û jinên xwe dikin.  Belkî li welatê wan, ango li Kurdistanê her roj dagîrkerên wan destdirêjîya keç û jinên wan dikin, lê newêrin, nikarin yan jî naxwazin dengê xwe bikin. Lê li Ewrûpayê dibin ?êr û piling û dibin qesasê serê zarokên xwe.

Pi?tî çend bûyerên berê, Kurdekanên me dîsa li Swêdê li bajarê Katrîneholmê destê xwe bi xwîna keç û jinên xwe ?û?tin û Kurd di awira gelemperîya Swêdê de rezîl û riswa kirin.

Roja Du?embê (15.11.2010) li bajarê Katrîneholmê, keça Kurd Jiyan a 21 salî û dêya zarokan, bi destê bavê xwe hat kujtin û di temenekî ciwan de koç kir. Jiyan a ku ji ba?ûrê Kurdistanê bû, ji alî derûdorê ve dihat hezkirin û gellek hevalên wê hebûn. Lê mixabin pirê caran hevaltîya me jî wek “bênamûsî” tê hesibandin.

Axir,  rehma xwedê li Jiyanê be û xwedê vê aqûbetê neyne serê kesekî din rebbî…

Katrîneholm

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

3 Comments Already

  1. Hey lanet li mêrên weha kunek be u wesselam. Li ber chavushekî tirk, ereb u ecem dibin kunde, deng-meng di van kunekên heram da dernakeve gava li ber chavên wan dijminen bê namus li kech u jinên wan tecawîz dikin. Îcar rabune di nav rehetiyê da mêraniya xiyarkî dikin u milletê kurd li ba xelkê alemê rezîl u riswa dikin yaw. Lan oxlim tifu u tifu li wê kunektiya we dînime îmanime!

  2. kuro ez têngîjim, kurd dibêjin jin namûs e, lê ji aliyekî din wekî heyvanan digel jinê reftar dikin, hey kurê kerê boz, heke tu ewqas ji namûsa xwe hez dikî, tu çima dikujî, tu çima wiha reftar dikî digel namûs xwe, ez jî dibêjim tu bênamûsî, jin namûs tu kesî nîne, namûs ame çand, huner, ziman, ax û heval û hogirên me ne, bila kes xwe nexapîne, ez vê ku?tina jianan bi navê parastina namûsê ?ermezar dikim.

  3. Ji van Kurdên wisa re eybe û ?erme.
    Ji namûsa xwe bila fêdî bikin.
    Êdî bese, bila Kurd jî bibe mirov û insan!
    Ev xwe? xeber e, lê min ne bawer e.

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: