Parîs ne xwe? e, bike New York oxlim!

Serokê Partîya Dew?îrmeyên Tirkiyê CHP Kemal Kiliçdaroxlû, berî mirinekê hat Amedê û çend derew kirin. Kiliçdaroglû yê ku dixwaze CHP ji nû ve bi Kurdan ?îrîn bike û bi navê çepîtî û sosyal demokratbûnê hinek kesên wek xwe li dora partîya xwe bicivîne, bi ?e? telaqên jinberdanê sûnd xwar ku ewê Diyarbekirê ji Parîsê xwe?tir bikin, febrîqeyên qerase çêkin û jehr û ziqûm.

Siyasetmedarên partîyên dewletê ne ?erm dikin, ne heya bi wan re heye û ne ar û namûs. Ne li ber xwe dikevin û ne jî ?erm û fedî dikin. Eynî tas û eynî himam. Hema kî bê Amedê yan bajarekî Kurdistanê, dest bi derewan dike û tew qet behsa nasnama Kurdan jî nake. Ji wan weye ku wê febrîqe û çend qirû?ên zêde Kurdan ji rê bibin û xelas.

Lê ne sûcê CHP û partîyên din e bavê min. Heger bi ser vîqasî de partîyên mîna BDP bixwazin bi CHP re hevkarîyê bikin û ji bo çend wekîlên zêde têxin meclîsê CHP a Kemalîst bînin Kurdistanê, ma çima wê partîyên mîna CHP cirîdan li Kurdistanê navêjin û xwe li ber dilê Kurdan ?îrîn nekin? Ma go ker hebin çima wê kurtanker tunebin babam?

Werhasilî kelam, gundî Kemal gava pê?în avêt Kurdistanê û silavek da civata hazir. Îcar wê kengî Devlet Bahçelî û segên xwe bên Amedê ez wê nizanim. Lê ez zanim ku em Kurd xemsar in, bêxîret in, sersar û qûnalêsên xelkê ne. Em karin 17 hezar Kurdên faîlî meçhûl ji bîr bikin û bi ser de jî bibin endamên CHP, MHP, Ergenekon û quzê kerê jî.

Îcar gotina kak Mesûd Barzanî hat bîra min birê min.

Çi digot Barzanî?

Digot:

„Min di jiyana xwe de milletekî wek milletê Kurd nedîtiye ku ewqas zilm û zor dîtibe û wan bûyeran zû ji bîr bike.“ 

Ango, kesî mîna Kurdan zilm û zor nedîtiye, lê kes wek Kurdan jî zû ti?tan ji bîr nakin, kes wek Kurdan ne sersar û xemsar in.

Îcar bavê min, kesên ku karibin 17 hezar ?ehîdên faîlî meçhûl ji bîr bikin, çima wê bi CHP a qûnek re hevkarîyê nekin babaaaaaaaa!?

Amed

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author