Kurmancî wek gurê manco ye

Hewce nake em dubare, sêbare û dehbare gîsin bikin û bêjin „Ziman nasname û hebûna milletekî ye“. Bawerim ji Kurdan pêve tu millet û tu mexlûqat tune ku di zanîna vê rastîyê de be û li zimanê xwe xwedî dernekeve. Heta bi heywanan jî ji me zêdetir li zimanê xwe xwedî derdikevin. Kûçik wek kerê „nazirre„. Ker wek kûçik „naewte“.  Gur wek bergîlê „nahîre“ û bergîl jî wek gur „nazûre“.  Her heywan û teba bi zimanê xwe xwe li ser lingan dihêle, pê xwe diparêze. Lê mexlûqatek kesanedî heye ku dîn dijminê zimanê xwe û evîndarê zimanê dijminê xwe ye. E?q û evîna zimanê dijmin, bê?exsîyetî, bêxîretî û bêqewmîyetîyê wilo anîye serê vî mexlûqatê kesanedî ku bûye qesasê serê zimanê xwe, qesasê serê zarok û hebûna xwe. Aha ev mexlûqatê kesanedî û xwelîliser, em Kurd in.

?erê 30 salî, koçberî, derbederî, siyaseta bi zimanê Tirkî, hakimîyeta zimanê Tirkî ya li ser rêxistin û siyaseta wan a qa?o Kurdî, bi Tirkî fikirîn û bi Kurdî siyaset kirin û bi dehan sedemên din, hi?tin ku heta bi gundîyên Kurd jî dev ji axavtina Kurmancî berdin û bi zarokên xwe re bi zimanê dagîrkeran bipeyivin. Zir tevgera milletekî bû qurban û koleyê çend Tirkên ku serokatîya tevgera Kurd hêsîr girtine û zimanê Tirkî wek cilika bênamûsîyê ki?ki?andine ser ser û mejiyê me. Siyasetmedarên me bi Tirkî siyasetê dikin, rew?ennebîrên me bi Tirkî difikirin, nikarin xwe bi Kurmancî bînin zimên û bi Tirkî dinivîsin.  Partîyên me derîyên xwe ji Tirkan re vedikin, wan dikin wekîlên xwe û xwelîya 101 gundan li serê xwe û me dikin. Qedr û qîmetê ku hinek dezgeh û partîyên me didin partîyên Tirk nadin ê Kurdan.  Wilo anîne serê Kurdên reben ku piranîya malbatên Kurd bi zarokên xwe re bi Tirkî bipeyivin û bi sedan sedemên din. Ango, çi hatibe serê me dîsa bi destê me ye.  Bratîya sexte, çîrok û çîvanokên bratîya olî û enternasyonalîzma çepîtîyê qû? li me Kurdan qetandiye. Ji ber ku hîna Kurd nebûne Kurdperwer û ew ruhê netewparêzîyê di dil û mejiyê wan de nemeyaye û qalib negirtiye, negihi?tine wê zanînê ku zimanê wan hebûn û nebûna wan e û dijminên wan herî zêde ji zimanê wan ditirsin.  

Van rojan çawî? û ba?çawî?ên BDP û KCK zorî dane daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî û ha ha doxînê li hikûmeta AKP û partîyên din sist dikin, tiliyên germik û nermik davêjin bin dûvê wan. Van tilîavêtinan wilo anîye serê rêveberên dewleta Tirko ku nayê gotin. Bawer bikin wek ku rêveberên dewletê ji daxwaza perwerde û axavtina zimanê Kurmancî tirsiyane ji ?erê 30 salî netirsiyane. Di nava 1-2 salên vê dawîyê de pelûlek wilo germ bi serê wan de ne rijiyaye. Pelûla zimanê Kurmancî! Wek ku Tirk ji zimanê Kurmancî ditirsin, cin ji hesên natirsin ellawekîl. Bi kurt û Kurmancî, ha dengê axavtina Kurmancî ket guhê Tirkan û ha Tirk çav li marekî re? ketin, ferq nake. Û hetta axavtina zimanê Kurmancî ji marê re? jî xerabtir bi wan dide berdan, bêhna gennî bi ser serê wan dixe.

Çima ku van rojan çend BDP î yan di meclîsa Tirko de çend gotinên Kurmancî anîne zimên (Cîhgirê serokwezîr Bulent Arinç jî di heman meclîsê de bi Kurdî got – xwedê ji we razî be), rêveberên hikûmetê û sermezinên partîyên din rabûne ser tapanan û avê daye bin dûvê  wan .  Çima ku xwedênegiravî zimanê fermî Tirkî ye, mafê kesekî tune ku di meclîsê de bi Kurdî biaxive û derdê xwe bîne zimên.

Law hey min ?a?ika Soxî Xelef li serê we gerandino, çima dîplomat û serokên dewletên din di meclîsa we de bi zimanê xwe diaxivin, lê çima Kurd nikaribin di meclîsê de bi zimanê xwe lotikan bavêjin? Hey min dest û lingên Sofî Xelef li nav ?eqê we alandino, ev çi tir?o ye, çi ?orbe ye oxlim?

Ez serê we neê?înim û nekim wek dahola ?emoyê mitirb, divê em Kurd serê xwe li bin guhê hêt û dîwaran xin, kumê xwe deynin ber xwe û ba? li ser hêz û bandora zimanê xwe bifikirin. Tirk ji min û we bêhtir bi hêza zimanê Kurmancî zanin. Zanin ku serê hefsar bê berdan û Kurmancî têkeve meclîsê yan dibistanan, kevir li ser kevir namîne û wê Kurd bibin mîr û hakimên Tirkiyê û Kurdistanê.  Rêveberên dewletê ji xwe re li wext û zemên digerin, dixwazin çend salên din jî perwerdeya bi zimanê Kurdî li pa? xin da ku asîmîlasyona heyî pê?detir bikeve û di pê?erojê de kes doza mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî neke. Her roja ku dibuhure ji kîsî me Kurdan diçe. Her roja ku dibuhure xortek me yan keçek me, zarok yan jin û mêrek me asîmîle dibe. Û ev jî li hesabê dewletê tê. Qîrewîr û qajewaja wan ji ber vê ye. Daxwaza axavtin û perwerdeya bi zimanê Kurmancî çiqasî li pa? keve, ewqasî li fêda wan û li xisara me ye.

Li vir barek mezin dikeve ser milê her rew?enbîr, siyasetmedar, dezgeh, partî, malbat û qelem?ûrên Kurd. Divê ji daxwaza axavtin, xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurmancî gavan bi pa?de navêjin û nebin ?irîkê asîmîlasyonê.  Xwendin û nivîsandina her tîpek Kurmancî wê bi xwe re hînbûn û fêrbûna alfaba Kurdî û pê re jî hezkirin û xwedîlêderketina zimanê Kurmancî bîne, bi pê? bixe. Ziman Kurdayetî û ruhê Kurdayetîyê bi pê? dixe, hestên netewparêzîyê bilindtir dike, di teko?îna sivîl û demokrasîyê de cîh li dagîrkeran tengtir dike û çeka herî mezin a teko?îna mafê mirova ye, mafekî xwezayî û mirovî ye.  Ji ber vê, divê em Kurd bê qeyd û ?ert dest bavêjin vê çeka pîroz, herkes ji alî xwe ve li vê çeka ku dijminê me jê ditirse xwedî derkeve û bike taca ser serê xwe. Di serî de jî KCK, BDP û temamê dem û dezgehên Kurdî, kes û malbatên Kurd.

Ji ber vê sedemê ye ku gorbehi?t Celadet Bedirxan gotiye:

„Kurdino! Heger hûn dixwazin xwe nas bikin û bidin nasandin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Heger hûn dixwazin xwe bi cîhanê bidin naskirin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin“.

Madem ziman nasname û hebûna milletekî ye, divê her Kurdê bi xîret xwedî li zimanê xwe derkeve û jê re bibe seferber

About The Author