Wey ne li ser xêrê be rebbî!

De werin kirasê xwe neçirînin û xwelîya 7 gundan li serê Mêrdînîyan nekin. Emîne Ayna ya ku ji bajarê Edenê bi para?ûtê daxistin nav Mêrdînîyan û ew kirin  xanima...

De werin kirasê xwe neçirînin û xwelîya 7 gundan li serê Mêrdînîyan nekin.

Emîne Ayna ya ku ji bajarê Edenê bi para?ûtê daxistin nav Mêrdînîyan û ew kirin  xanima koçk û serayên bajarê Mêrdînê, lotikek wilo dûrî Kurdayetîyê avêt ku ne dikeve serê tu be?erê xwedê û ne jî dikeve serê hirç û hovên serê çiya.

Xaltîka me Emîne Ayna ya ku sala çûyî di Newrozê de soz dabû ku hînî Kurdî bibe, hem soza xwe neanî cîh û henekê xwe bi Kurdan kir, hem jî bi ser eyb û ?erma xwe de îro çi bêje ba? e?  

Emîne Ayna, li Mêrdînê bersiva pirsên “çima tu hînî Kurdî nabi” da û hem xwe û hem jî temamê Kurdan rezîl û riswa kir.

Xaltîka me çi bersivê bide ba? e hûn zanin?

Eynen got:

“Kengî go tîraja Azadîya Welat li Mêrdînê bilind bû – kengî go Azadîya Welat li Mêrdînê zêde hat firotin- , ezê jî wî çaxî li Mêrdînê bi Kurdî biaxivim”.

Hem jî ziq li çavê Mêrdînîyan nerî û bê ?erm û fedî ev gotin gotin.

Naxwe heta Azadîya Welat zêde li Mêrdînê neyê firotin tu bi Kurdî naxivî ha?

Keçê hey te xwelîya 7 gundan li serê Mêrdînîyan kirê, hey te pelûla 7 gundan bi serê Mêrdînîyan de rijandê, tirr li kuuuuuuu û das li ku?

Ma hema Kurdî ketiye nav delinga  Azadîya Welat? Ma Kurdî bi Azadîya Welat heye? Îcar Azadîya Welat neyê firotin tu hînî Kurdî nabi?  Yan tu xwe di bin perda Azadîya Welat de vedi?êri?

Law Mêrdînîno, xwelîserno, ma hûn ji bavê xwe fedî nakin ku Emîne xanim henekê xwe bi we û zimanê we dike oxlim?

Werhasilî kelam, yekî Adanalî di daqa eskerî de gerîlla kirin Tirk, emîne xanima Adanalî jî wê di qada sivîl de Kurdan bike Tirk.

Kilîlîlîlîlîîîlî, bi xwedê me Kurdan mesele safî kir û kir tirrrrrrrrrrrrrrrrrrrr!

Mêrdîn

Beş
Kadîn
10
  • Mishko Bêderpî
    19 Dezember 2010 at 01:21

    Êêê, gava ez dibêm, sherefa mishkên Kurdistan-ê ji yên kurdên tirrokî hezar carî bilindtir e, kes qîma xwe bi min nayîne u ji min ra dibên „de bi wir da herre lo“. Yaw bi serê memikên xaltîka Fatê be (ya rast me heta niha jî tu xêr jê nedîtine), aniha kurd chawa keseke weha qeshmer u bêaqil dikin nunera xwe u ji dil u can tirrê ji xwe u hesht ejdadê xwe berdidin cîgerlerim. Law oxlim kurdino em mishkejineke weha nakin dergehvana dojeha tirkan jî dînime îmanime ha.
    Bi xwedê, ma kesekî/ê jineke wilo famkor u bêîdraq di jiyana xwe da dîtiye u silavek daye wê, hi? Fashîzm u parashutîzm pismamên hevdu ne, ha di bin erdê da ha li ser erdê shekirino, heman tirshik u gu ye.
    Law vê jinika kêmaqil psîkolojiya min tev da kiriye shorbe babam, weyyy.

  • R.Sitav
    19 Dezember 2010 at 09:52

    „..aniha kurd chawa keseke weha qeshmer u bêaqil dikin nunera xwe..“.?

    Dema ku A. Ocalan di li Bekayê da, digot, „hûn kurd hemî jî weki dawar bûn, min hûn kirin mirov..hwd“
    Dema ku mirov bi vî $êweyî perwerde bû, edî nikarî jîyana xa/xwe da bîryarek normal bide.. Ji berku ew kes, edî bûne „mirov“, eger kesên weki Ayne wekî nûnerê xa, helnebêjirin, wê demê ew ê disa bibin „heywan“..
    Rêzdar Mishko Bêderpe, mala te ava ku tu herdem wusa me jî hî$yar dikî ku, em berfereh bifikirin.

  • kemalbotan
    19 Dezember 2010 at 09:58

    be apo kurd nine be apo jiyan herame
    e heger apo nebuya we emine xan?m iro li ku biya
    heger azadiya welat yen weg emine xan?me nekira pêxember ke we avek ji bidaye
    e emine xan?m rast dibeje ticaret u menfeete emine ji hemu ti?t mezintire

  • Jujî Charhêlik
    19 Dezember 2010 at 10:29

    Offf of, de were jî serê xwe neke quzê kerê, da ku bila ev ehmeqa ehmeqan te nebîne babam. Kurooo, kurdinooo, yaw xwelî li serino, law oxlim hun chawa tehemulî vê jina sherpeze u berdîberdayî dikin ellaxîme kîtabîme. Binêrin cîgerno, heger hun dixwazin îllam bikevin duv jinekê, de werin tenura xwe li cem agirpêtiyên Lotikxanê daynîn lo, him xwe u him jî wan germ bikin qerdashim. Qet nebe agirpêketiyên di Lotikxanê da him baqil in u him jî bi têra xwe nermik u xweshik in haaa.

  • Xelefê Torî
    19 Dezember 2010 at 22:48

    Chima Emîne xanim li tîraja Lotikxanê li Mêrdînê nanere?

  • Qijikê Dêrsimê
    20 Dezember 2010 at 10:57

    Bila xwedê hemî Qijikan ji vê jina bê oxir u kêmaqil biparêze, ya rebbîîîl u alemîn.
    Bila zimanê vê jina chepel di qirika wê da asê bimîne u wê bifetisîne, felc bike u bike qeshmerê tirkên bê namus, ihi.
    Welle dike yan jî nake, ji yê Mam Celal va qerdashim.

  • Rovîye Tolaz
    21 Dezember 2010 at 05:21

    Yasitar vêna em hetikandin.Firnkê bêvla wê,zikê wêy mezin yasitar bê lomebi.Gi ez lê dinerim xwarin li ber cavê mi res dibe.Lawo ma kes tune ji hevalari bêjin bela vê zikmezin bixin suna Sevahir Bayindir.Bela ci bugherin loo.
    Hevaler!!Qardesim em ji we rica diken vê kurfa hanê nekin milletvekile Mêrdînê.

  • Sharron Clemons
    21 Dezember 2010 at 22:53

    Chima Emîne xanim li tîraja Lotikxanê li Mêrdînê nanere?

  • Latoya Bridges
    22 Dezember 2010 at 10:03

    „..aniha kurd chawa keseke weha qeshmer u bêaqil dikin nunera xwe..“.? Dema ku A. Ocalan di li Bekayê da, digot, „hûn kurd hemî jî weki dawar bûn, min hûn kirin mirov..hwd“ Dema ku mirov bi vî $êweyî perwerde bû, edî nikarî jîyana xa/xwe da bîryarek normal bide.. Ji berku ew kes, edî bûne „mirov“, eger kesên weki Ayne wekî nûnerê xa, helnebêjirin, wê demê ew ê disa bibin „heywan“.. Rêzdar Mishko Bêderpe, mala te ava ku tu herdem wusa me jî hî$yar dikî ku, em berfereh bifikirin.

  • Nona Mills
    22 Dezember 2010 at 22:12

    be apo kurd nine be apo jiyan herame e heger apo nebuya we emine xan?m iro li ku biya heger azadiya welat yen weg emine xan?me nekira pêxember ke we avek ji bidaye e emine xan?m rast dibeje ticaret u menfeete emine ji hemu ti?t mezintire

  • Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    Zêdetir

    • Hesab

      Xêrxwaza Dêrikî Dema em ji serboriyan sûde wernegrin têkçûyîn û windakirin ne dereng e, lewra heke em li xwe werneqilin û neponijin ji vebal, bedel û gunehan berpirsiyar em...
    • Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye

      Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye, sohbet û şevbuhêrk hemû li ser siyasetê û dîn e. Wê şevê em li malekê mêvan bûn. Ji xêndî me du...
    • Zikê têr hay ji zikê birçî tuneye.!

      Xêrxwaza Dêrikî Ezê qala salên borîn, zilm û zorê, bedel û têkçûyînê nekim, êdî qala peyvên qelew û kilasîk jî nekim. Çimkî ji dîrokê û virde bi hezaran şîret...
    • MAL NÎNE KERXANE YE!

      Cejna Remezanê derbas bû, çavên zarokan li şekir û peran bû. Dest maç kirin şekir û pere berhev kirin. Ev jî rengînîya cejnê ye. Kevneşopîya bav û kalane ku...
    %d Bloggern gefällt das: