Nav li me dikirin, niha ew bûne qaçaxçî

Li Tirkiyê ti?tek bê haya artê?ê nabe. Tiliya endamên artê?ê di nav her rîx û gûyî de heye. Hûn kîjan kevirê bi gû rakin, hew we dît endamekî artê?ê...

Li Tirkiyê ti?tek bê haya artê?ê nabe. Tiliya endamên artê?ê di nav her rîx û gûyî de heye. Hûn kîjan kevirê bi gû rakin, hew we dît endamekî artê?ê ji bin derket.

Hinek Kurdên me yên belengaz, gelek caran ji mecbûrî qaçaxî dikirin û çend metro tirgal, cakêt, çay yan tûtina ku ji binxet yan Iraq û Îranê tanîn, difrotin û pê zikê zarokên xwe têr dikirin. Ji ber vê jî, dolheramên dewletê navê „qaçaxçîtîyê“ bi dû Kurdan xistibûn û ew kiribûn benî?tê devê xwe.

Lê çi derkeve holê ba? e?

Derket holê ku ji eroînê bigrin heta bi firotina jinan, ji cigare û tûtinê bigrin heta bi firotina go?tê ker û qantiran, tev bi destê endamên artê?a Tirk pêk tên. Bêbavan heta bi trimbêl, helîkopter û tabûtên mirîyên xwe jî ji bo transporta eroîn û qaçaxçîtîyê bi kar anîne.

Niha dîsa derket holê ku li Bazîda Agirîyê, yekî „Tûggeneral, 2 Albay, 2 Yarbay, 2 Bînba?î, 1 Tegmen, 9 Astsûbay, 6 Çawî?ên pispor û gellek esker û sivîlên qûnalês “ qaçaxçîtîya cigareyan kirine û doz li wan hatiye vekirin.

Hûn dolheramên ku ji Kurdan re digotin „Kurd qaçaxçî ne“ dibînin ne? 

Hey min di kefenê 101 bavê we kirino, hûn wek dewlet qaçaxçîtîyê dikin, wek endamên dewletê qaçaxê dikin, ma go Kurdên reben çend carî qaçaxçîtîyê bikin û zikê zarokên xwe pê têr bikin pir e ewladim?

Yan ji we re adet, lê ji Kurdan re qebhet e?

Agirî

Categories
Kadîn
No Comment

Nerîna xwe binivîse û lotikekê lê zêde bike ha!

RELATED BY

  • halacoglu

    Tirkomanyak!

    Ehmed Beyan Hinek insan hene birastî jî manyak in, ehmeq û xwelîser in. Ev insanên xwelîser hem dîroka xwe înkar dikin, hem jî herkesî wek xwe ehmeq û nezan...
  • neredeyse-butun-koy-tecavuz

    Wey min di insanetîya we kirino erê wele..

    Tecawizcî Coşqûn Insan heywanê herî mezin û zalim e. Li ser navê insanetî, ol û xweda û pêxemberan tu gûyek namîne ku naxwe. Her tiştî ji bo xwe helal...
  • hendek

    XENDEK

    Wek dibêjin, stara pîrê mala pîrê ye. Ê Kurdan jî starek wan heye, ew jî mala wan e. Gava Kurdek ji Stenbolê yan bi bajarekî din vedigere welatê xwe,...
  • dumm_

    VAN ‘DÎN’AN EZ DÎN KIRIM!

    Misto mirovek rûken, suhbetxweş û henekçî bû. Di civatê de bi axavtinên xwe, bi laqirdîyên xwe dibû dermanê moralên xirab. Ûsiv rabû ber bi mala Misto ve çû ku...
%d bloggers like this:
Lotikxane