Serhildan jîyan e hey hey!

Wey rebî li ser xêrê be, cerdevanên me ji xewa ?êrîn ?îyar bûn û nuh pê dihisin bê dewletê heta ku di wan de biriye.
Cerdevan li dora rojnamevanê Tirk rûni?tine, destmalkên xwe derxistine, hêsir û lîka xwe pakij dikin, gilî û gazinên xwe pê dikin û weha dibêjin:
„Dewletê em mecbûr kirin ku em bibin cerdevan, me rahi?t çekên dewletê, ev 25 sal in çi ji me hat xwestin me kir. Me gerîla kujtin, me gundî kujtin, me malê wan talan kir, me erd û zevîyên wan ji dest wan girt, me dest avêt namûsê û heta me qûna dewletê û serbazên wan jî alast. Lê îro em nuh fêhm dikin ku le?keran em bi kar anîne û dewletê jî em xapandine. Roj bi roj mia?ê me û êmê me kêm dibe. Di tu warî de ewlekarîya me tune, em zanin ji niha û nêzîk wê dewlet pêhnekê li bin qûna me xe“ filan û fîstan.
Îcar li gora nûçeyan, cerdevan van rojan wê li Enqerê bigihijin hev û ji bona mafê xwe û êmê xwe  bi serokerkan û wezareta hundir re rûnin û xwestekên xwe ji wan bixwazin
Ger rayedaran xwestekên wan anî cî xêr ela xêr, ger nanin cî îcar wê dest bi çalakîyan bikin.Ger çalakîyan jî xêr nekir, vê carê wê dewleta Tirk bibin ber destê Dadgeha  Mafên Mirovan a Ewrûpayê.
Lê ez nizanim wê ji Ewrûpîyan re çi bêjin û wê Ewrûpê çi ji wan re bêjin. Lê dîsa jî ti?tên heq heq in.  Ji vir û heta ba xwedê dewlet li we niheq e û heqê we dixwe. Divê hûn rûnenên û li heqê xwe bipirsin.

Ji ber vî karê bi namûs ku hûn dozê li dewletê dikin, divê sazî û partîyên Kurdan jî we tenê nehêlin û xwedî li we derkevin.
De rabin ser pîyan û bêjin:  Serhildan jîyan e hey hey, berxwedan jîyan e!
Em jî dibên: Bi can, bi xwîn, em bi we re ne ey cerdevan!

About The Author