Eniya hevbeş (Suriye, Îran, YNK, PKK û Malikî)

Piranîya alîyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê siyaseta PYD/PKKê bi serê xwe nirxandin û dinirxînin. Di hemû bûyeran de PKK /PYD rexne kirin. Lê li Rojavayê Kurdistanê PKK û YNK li gel dewleta Îranê siyasetek hevbeş rêve birin. Tu caran YNKê siyaseta PKKê li Rojava rexne nekir.

dara_bilek

Eger di destpêkê de siyaseta ku PKK li Rojavayê Kurdistanê rêve dibir û sedemên helwesta PYDê li Rojavayê Kurdistanê baştir bihata nirxandin, mimkin bû kêmasîyên Başûr di derbarê siyaseta PKKê de nebûna yan jî kêmtir bûna.

Di siyaseta Surîye bi giştî û ya Kurdistana Rojava bi taybetî de, di serî de Rejima Sûrîye, Îran, YNK û PKK bi projeyek hevbeş bi hevre kar kirin . Malikî jî piştgirê vê projê bû.

Gelek vekirî heta radeyekê Dîwana Serokatîya Kurdistanê di destpêkê de ev proje rêve bir. PYD jî gelek bi zanebûn ev niyeta li Başûr heyî suîstîmal kir.
Lê dema mirov ew kesayet û alîyên PYDê rexne dike, dinere ku tu caran behsa vê enîya hevbeş (YNK, PKK.Îran.Suriye û Malikî) nekirine. Her demê PYD bi tenê hatiye nirxandin û siyaseta PYDê hatiye şirovekirin.

Lê tu caran PYDê bi serê xwe ji derê agahdarî û biryara vê enîyê siyaset li Rojavayê Kurdistanê nekiriye.

Niha medya YNKê yên bi Kurmancî latînî weşanê dikin, di derbarê siyaseta PYD rêve dibe tu cewaziya wan ji medya li ser PKKê ve tuneye.
Heta radeyekê hinek medya li ser PDKê ve jî tê hesibandin, di beşên xwe yên latînî dinivîsin de pişgirîya siyaseta PKKê li Bakur û Rojava dikin. Gelo vê yekê bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn dikin ev nayê zanîn.

Siyasetmedar û partîyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yên li himberî PYD ne xwedî siyasetek zelal in. Ev yek jî ji siyaseta li Başûr tê afirandin peyda dibe.

Bê guman hinek alîyên siyasî di serî de siyaseta PYDê li gel siyaseta YNK,Îran û Sûrîye dinirxînin. Lê di destpêkê de lio dijî van alîyan helwest hate standin û PYD jî ev alîyên siyasî û kesayet bi xiyanetê itham kirin. Heta li Başûr YNKê ew kesayet û alîyên siyasî ji hevkarî û civînên ji bo Rojavayê Kurdistanê dihatin kirin dûr dixistin.

Bê guman gelek tişt hene mirov di vê rewşê de naxwaze behsê bike. Lê heta rastîya pirsgirêkekê neyê naskirin mirov nikare çareserîyekê jî peyda bike.

Hukumeta Kurdistanê di derbarê kantonên ku PYDê ragihandin de helwesta xwe eşkere kir. Hukumet kantonên PYDê nas nake û tu pêwendîyê li gel wan danayne. Lê YNK ji vê helwesta hukumeta Kurdistanê ne razî ye.YNKê bi yek dengî daxwaz ji hukumeta Kurdistanê kir ku ew kantonên PYDê li Rojavayê Kurdistanê nas bike.

Li Başûrê Kurdistanê hinek partîyên siyasî wek Goran pişgirîyê di serî de didin siyaseta PYDê û kantonên PYD naskirin.

Îro di tevatîya Kurdistanê de xetek li dijî xeta netewî enîyek di nav Kurdan de ava kiriye . Ev enîya ku siyaseta hevbeş li Sûrîye û Kurdistana Rojava bi navê Kurdan rêve dibe, nawenda vê siyasetê ye.  Nawenda siyaseta dijî xeta netewî karê xwe baş dike.

About The Author