Xeto çû ma zeytûn

Belê, rehma xwedê lê be, xalê me Xeto mir û berê xwe da axreta gewrik.

Wek hûn zanin, Dêrika Çiyayê Mazî bi du tiştên xwe meşhûr bû. Bi Xeto û bi zeytûnan. Xeto gula civatê, sebra ber dilê Dêrikîyan bû. Û zeytûn jî xwarina ser sifra Dêrikîyan bû. Û gava herdu, ango Xeto û zeytûn dihatin cem hev, Dêrika Çiyayê Mazî bi wan geştir û xweştir dibû, şên dibû.

xetoo KopieAxir, feleka bêbext lotika xwe li xalê me Xeto xist û berê wî da axretê. Îcar wê Dêrikî bêyî Xeto çawa bijîn, wê sebra xwe bi çi û bi kê bînin ez jî nizanim.

Wey weleeedddddd Dêrikîno wey weled! Law hûn sêwî man kuro!

Serê we û serê me sax be rebbî!

Erê welle, bi mirina Xeto Dêrikî sêwî man. Xwedê sebrê bide wan û civata hazir.

Lê bela Dêrikî meraqan nekin.

Xetoyek çû, lê sed Xeto li şûna wî çêbûne.

Meselen di Lotikxanê de 85 Xeto hene, behlûlên me pir in.

Heke Dêrikî teneke û galonek zeytûn ji eşîreta me re bişînin, emê jî 5 behlûlan ji wan re bikin diyarî. Na heke qîma xwe bi behlûlên Lotikxanê neynin, emê ji Nisêbîna rengîn çend behlûlên wek Hesenê Dîn, Nafido û Saliho îxrac bikin.

Axir, henek li alîyekî, lê şareza û behlûlên wek Xeto di Kurdistanê de pir in. Di her gund û bajarekî de kêm zêde behlûlek heye. Û ew behlûl ne ku dîn in, na. Erê behlûl in, lê şareza ne, biaqil in û bîrbir in. Çawa ku Behlûl (brayê Harûn Reşîd) di dîrokê de wek dîn û behlûle dihat naskirin, lê kesekî biaqil û şeraza bû. Harûn Reşîd gellek caran bi şîret û aqilmendîya wî li ser pê maye.

Bela rehma xwedê li xalê me Xeto be, ciyê wî bihuşta Dêrikê be rebbî!

Mêrdîn

xeto derik

About The Author