Heta bi tûtik û mirî?kên me jî mirovperwer in

Kurdan ji ber mirovperwerî û demokratbûna xwe winda kiriye. Her ti?tên xwe, xwe û her pîrozîyên netewî kirine bi qurbana mirovperwerî, demokrasî û azadîya xelkê. Hema silevekê bidin Kurdan û ha?a min hizûr derpî ji wan daxin, ewqasî ku em Kurd mirovperwer û mirîyên xelkê û alemê ne.

Ez serê we neê?înim, Kurd ji xwe re ne tu ti?t, lê ji xelkê re her ti?t in. Ji xwe re kûsî lê ji xelkê re masîyan digrin. Ji xelkê re hêkan lê ji xwe re zelqan dikin.

Êêêêêê, ma Kurd mirovperwer bin, tûtik û mirî?kên Kurdan mirovperwer û demokrat nabin?  Çawa canim, hem jî dibin zir demokrat. Çawa ku hinek Kurdên me Kemalîzma fa?îst îro dikin Kemalîzma demokratîk û dixwazin kerxanecî Misto li ber dilê Kurdên xwelîser bikin ?îr û ?ekir, tûtik û mirî?kên me jî heman pelûla germ bi serê xwe û çîçikên xwe dadikin.

De li vê mirî?ka mirovperwer û demokrat binerin û bifikirin. Esl û peslê vê mirî?kê ji ku ye hûn zanin? Ji Kurdistanê ye. Ango mirî?kek Kurd e. Mirî?ka me jî daye dû Kurdan û bûye mirovperwer û demokrat. Çiçika xwe li ber sur û sermê hi?tiye û cewrikek dêlika Asenayê xistiye bin per û baskên xwe, germ û nerm dike û cewrikên xelkê diparêze. Mirî?ka ehmeq li mirina çîçika xwe nafikire, lê hêsran li ser tûle û cewrikên xelkê dibarîne. Hûn dibînin ne?

Êêêêêê, ji berê de dibêjin: “Gîha li ser koka xwe ?în tê” keko!

Heger em Kurd ewqasî ne mirovperwer û demokrat, ewqasî ne mirîd û qûnalêsên xelkê bûna, wê tûtik û mirî?kên me jî raserî vîrûsa “bratî û mirovperwerîyê” nehatina. Lê gava tûtik û mirî?kên me jî dibînin bê em Kurd çi quma?ê xerabe û çi mirovên dijminên qewmê xwe ne, ew jî dibêjin “ji vî ve” û didin dû ?opa me, ?opa me ya xwar.

Werhasilî kelam, tûtik û  mir?k di destê me de mabûn, wa ew jî çûn, ew jî ketin ber lotik û zîtirkên “mirovperwerî, demokrasî û bratîya sexte” wesselam..

Kurdistan

About The Author