TRT 6ê lotik li ?ivan û ala Kurdistanê xist!

Daxûyaniya vîdyoyî ya ?ivan Perwer, di nûçeyên TRT 6ê de bi awayekî meqeskirî û bi berfirehî hat we?andin. Di vê nûçeyê de sê lotik hatin avêtin ku her sê jî ji hevdu xedartir bûn.

Di nûçeyê de gotinên ?ivan Perwer ên li ser mesela ‚bê kî xayîne yan ne xayîne‘ derxistin pê?, henekê xwe bi kurdan kirin û xwestin rêxistin û kesayetiyên Kurd li ber çavê hevdu re? bikin. Lê ev jî ne bes bû, her wiha sê lotikên qerase jî di nav vê nûçeyê de li Kurdan xistin.

Nûçeya li ser daxuyaniyê bi ‘Rêxistina Terorê’ dest pê kir, ala Kurdistanê ya li pi?t ?ivan Perwer hat nixûmandin û gotinên ?ivan ên li ser Kurd û Kurdistanê jî hatin sansurkirin. Yanî bêtehemuliya dewletê ya li hember Kurdan bi ?iklê we?andina vê nûçeyê xwe dîsa de?îfre kir. Rêdana Demokratîk bi vê nûçeye re; ?e? tîrên CHPê, bi milyonan ampulên AKPê û bozegûrên MHPê bi ser me de ?andin.

Ev lotika TRT 6ê him li dijî rêxistinê (PKK), him li dijî ala Kurdistanê û him jî li dijî gotinên ?ivan Perwer ên li ser Kurd û Kurdistanê bû.

Me jî digot lotikxane lotikan davêje! Xuyaye TRT 6ê jî dest avêtiye lotikan û di vî warî de ji lotikxanê jî kêrhatîtir e. Heta ew lotikên xwe ‚Xwedê me jê bistrêne‘ dikare bi awayekî dizî û nixûmandî jî bavêje!…
Enqere

Ji bo baldariya xwendevanên lotikxanê; Ji kerema xwe ?îroveyên li derveyî edebê nenivîsin. Li vir lotik serbest in, lê dijûn û gotinên derveyî exlaqê wê neyên we?andin.
Spas ji bo baldariya we.

About The Author