ÊRÎ?ÊN LI LÎQÊ ÇARAN

Herçend ne bi dilê me hinek Kurdan be jî, lê em dizanin demoqrasî û pê?teçûna Kurdistana Federe ji ya gelek miletên ku bi hezaran sal in dewlet in, pê?tetir û demoqrattir û aramtire . Serokê wê jî ji hemû serokên din miletperwertir û xebatkartir e. Lê çavnebar û dijminên wan jî, ji dijminên hemû miletan xwînxartir û bê emantir in,  hîç nasekinin, dixwazin wan biçûk bixin û aramî, demoqrasî û pê?deçûnan sabote bikin.

Dijmin qet ranawestin û hemû derfetan li hemberî wan bi kar tînin. Îro jî derfeta bayê ku li hember dîktatorên welatên Ereban dikin bahane, sîxurên xwe dixin bizavê, dixwazin Kurdistana aram, demoqrat, pê?deçûyî wek wan walatan nî?an bidin û serokê Kurdistanê jî bînin rêza wan dîktatoran.

Wan destên qirêj doh – îro li Silêmanîyê bi hinceta tunebûna elektrîk, petrol û gendelîyan êrî?î bîroya PDK ê ya lîqê çaran kirin û dan ber keviran, camên wan hemî anîn xwarê û gotin bila  malbata Barzanî jî dest ji hikûmet û serokatîya Kurdistanê berde. Û gelek gotinên bi heqaretan dagirtî li wan kirin. Tê gotin ku wan provoqator û êrî?bazên hêzên tarî yên dijminên Kurdistanê çek jî teqandine.

Li hemberî van kirinan pê?merge hinekî bêdeng man, lê ku heqaret li malbata Barzanî kirin êdî tehemila pê?mergeyan nema, li wan re?andin, pênc ji wan ku?tin û bi dehan jî brîndar kirin. (Li gor min qenc û xwe? jî kirin).

Bê goman heqê her Kurdekî heye ku rexneyan li malbata Barzanîyan bigire. Lê dema heqaret li nirxên pîroz yên Kurd û Kurdistanê bên kirin, namûsa çi Kurdên xwedî wijdan qebûl nake û ku?tin jî têde wê bersiva wan bê bayîn. Bila dijmin û hevalbendên wan ba? bizanin ku tehemila Kurdan jî heta derekê heye. Bê goman em nizanin di van êrî?an de kê cih girtîye. Lê  êrî?ên ku li bîroya PDK ê ya li Silêmanîyê hatine kirin di?ibehin yên Kurdistana Bakur. Hêvîdarim wê Kurdên Bakur jî rojekê bersiva êrî?karên xwe bi zimanê ku ew tê digehin bidin.

About The Author