Quto winda bû!

Ji awira gelemperî ya Lotikxanê re

Îro du roj in, kerê me Quto terka axurê xwe kiriye û winda bûye. Ev 2-3 meh in Quto doza zewacê li me dikir û haletê xwe li bin zikê xwe dixist. Ji ber me nikarîbû em qelenê mêkerekê bidin ser hev û kerê xwe Quto bizewicînin, Quto serî li ber me rakir û got: „Êdî bes e, yan zewac, yan jî ezê terk û dinya bibim“.

Werhasilî kelam, kerê me Quto îro du roj in terka malê kiriye û terk û dinya bûye. Hinek dibêjin: „Ê? û jana zewacê li serê Quto xistiye û belkî xwe wek Japona harakîrî bike, xwe bikuje„. Hinek dibêjin: „Quto berê xwe daye metropolên Tirkiyê, li behr û peravên bajarê Stenbol û Izmîrê digere û kela dilê xwe bi tema?ekirina tûrîstan hênik dike“. Hinek jî dibêjin: „Na welle Quto çûye Enqerê, li ber devê derîyê meclîsa Tirkiyê ling avêtiye ser ling, qeraseyê xwe li bin zikê xwe dixe û niyeta xwe li hinekan xera kiriye“. Hinek jî dibêjin: „Quto berê xwe daye ba?ûrê Kurdistanê cem Partîya Kerên Kurdistanê û dixwaze gilînameya xwe radestî serok Omer Kilol bike, doza jinekê lê bike“ filan û fîstan.

Ez serê we neê?înim, Qutoyê me winda ye û ez di mitala Qutokê xwe de me gelî xwendevanan. Ji xwe hebûn û nebûna min Quto ye. Heger ew jî biçe, ezê jî wek Çoban Silo û Dewlet Bahçelî kurdûnde bimrim ellawekîl.

Ez bi soza mêrê berê sûnd dixwim, heçê Quto bibîne û wî li min vegerîne, ezê kurtanê Quto wek xelat bidimê.

De yalla, ez li benda alîkarî û bersiva we me qurban..

About The Author

12 thoughts on “Quto winda bû!

  1. Dibejin Qutoye xir re§ u mezin, liber deriyè Tansu çiller ji aliyè CIA,MIT,MOSSAD hatiyè derdest kirinè.mumkun bi komplo bit.15 rojen bè alaf,be av u avukat li axurek teng u tarida dimini.de tu u Quto.dema mi leptopè vekir nuceyè li ser Quto dixwend,Diktor u Hem§irè ketin hundir.ez ketimi bexte te Quto .nuha ez ci gu bela bikim lavo?tu cima derpiyèk direj u §elverek bo Quto na fesilini?ya Diktor bo jina mi ti§tèk beji?bi 7 baven mi ez sotam yabo.

  2. ji xera xwade re vi keeri niv sate ev tiirke xeyare xwe bi amanet
    bida min u ez le mala ardogan bubane mivan u hun ya din dizanin

  3. Qito li derdora Paytaxta turko Li Enqera hatiya dîtin. Xalê Evdilbaqî got; bi telaqê min û bi kirasê heft pîra min bi chavê serê xwe dît ku Qito ber bi mala Tayyîp di chû….

  4. (Partîya Kerên Kurdistanê) ger te ev nivîs bi zanebûn nivisandibe ew qutoyê ku tu behsa wî dikî limala te biye mêvan û kela dilê te di helîne. ger bi nezanîbejî mafê te û ti kesî tineye ku bi awayekî partî û rêxistinê vî welatî re?bike ji hedê xwe dernekevin bê edebî ya ewqas jî sitiyê we derbas dike qe?mernê beredayî

  5. Kekê Azad
    Xuyaye zêde haya te jê tuneye. Partîya Kerên Kurdistanê li ba?ûr bi fermî heye û serokê wê jî Omer Kilol e. Em behsa PKK a ku tu difikirî nakin. Ji xwe em rê nadin kesekî ku bi xirabî zimandirêjîya partîyek Kurd bike. Ji ber vê; dilrehet be.

    Heger tu bawer nakî, ji xwe re bipirse û lê bikole. Tê bibînî ku li ba?ûr partîyek bi navê Partîya Kerên Kurdistanê heye, serokatîya wê jî birêz Omer Kilol dike û mafê kerên Kurdistanê diparêze.
    Rêz û silav
    Lotikxane

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.