Hûn kê ditirsînin oxlim?

Mêrê bi hezar mêrî, gunikre?ê sosyolog, mêrê dê û jinên Tirkên nîjadperest, canfedayê doza Kurd û Kurdistanê xalê me Îsmaîl Be?îkçî, dîsa raserî xezeba dadwerên Tirk hat û rêya zindanê jê re xuya bû.

Çima ku xalê me Be?îkçî di kovara “Çagimizda Hukuk ve Toplum” de nivîsek li ser mafê Kurdan û serxwebûna Kurdistanê nivîsandibû, dadgeha cezayên giran a Stenbolê rabû ser tapanan, kef bi devê dozger û dadwerên Tirk ket û tam salek û 3 meh ceze li xalê me Be?îkçî birrî. 

Lê hûn kê ditirsînin oxlim? Ma hûn karin ?êrekî wek Îsmaîl Be?îkçî bi salek û 3 mehan bitirsînin min di we kirino?

Be?îkçî yê ku jiyana xwe di ber Kurdan de di heps û zindanan de buhurand, wê ji vê lotika we bitirse? Hehey, tiiiiirrrrrrrrrrrr li bin qûna we! Be?îkçî yê ku heta niha santîmek tawîz ji dîtin û helwesta xwe nedaye û li ser gotinên xwe maye, ji îro û pêde jî hesabê we û zindanên we bi kîrê xwe nake ellawekîl.

Salek û 3 meh kuro!

Xalê me bi deh salan di zindanê de raza û negot “çîz”, îcar salek û 3 meh ha. Kuro ma xalê me Be?îkçî zilamê salek û 3 meha ye ewladim? Bi sê telaqan xalê me hesabê 10 sal û 100 salan jî nake ha, wî! Ma xalê me wek hinekan tirsonek e oxlim!?

Axir, xwedê bela xwe bide dozger û dadwerên dewleta virqo rebbî..

Xwedê ahê Îsmaîl Be?îkçî ji wan re nehêle…

Stenbol

About The Author