Ew dilê te tim hêlîne
Li ser çêneke sed birîna
Te min mezîn kir bike zave
Berî ro li te here ava
Lê ferztir ji te ji min re çiye
Tu bes dilê xwe biê?îne
Serî rake û bilîlîne
Li bihe?tê cihêm xwe? e
Ji bo çi, hêsran dibarîne
Li ser goram helbest bixwîne
Ev çi girî û ?eng û ?în e
Çi ax û nalîne tu dikî
Rabe kêf bike li vê rojê
Ez ?ehîd im ji bo dozê
Min kefenke bi rengê alê
Adar hat ji bo te mizgîn
Xwe xemiland bi rengê zêrîn
Li ser qet neke axîn
Ez im Mem ew ji bo min Zîn
Xwe nebîne bi hejarî
Tu dayikek dilovanî
Te min mezin kir bi mêranî
Bi Kurdewarî bi zanyarî
Ez bahwerim ti ne po?man î
Ji bo Kurdistan bi qurban î
Ti bipirse ji ?êx û mela
Wê ji ter bêjin soza xweda
Ji bo ?ehîd ew gelek merd e
Tu ji bo her kes bide deng e
Bi çend gotinê xwe? tu ba ke
Li ba diya serî raka
Silavê min li teva ke
Li xwi?k û dost û hevalan ke
Ez ?ehîd im tu dil ?a ke
Ev helbest diyarî ji bo dayikên ?ehîdên Kurdistan û ?ehîdên 12 Adarê