Tescîlkirina Newrozê

Newroza me bi xêr û xwe?î, kêf û seyran û dilge?î hat. Em vê cejna xwe ya taybet bi dil û can pîroz dikin û pê ?a û serbilind in.

Lê belê, êdî divê em tenê bi pîrozkirina nav xwe nemînin û vê cejna giranbûha li ser navê gelê Kurd, li qada navnetewî bi mihrîcanên dewlemend ên danasîna gelê Kurd pîroz bikin.

Gelo tenê pîrozkirin bes e?

Pêdivî pê heye ku ev roj êdî tenê bi pîrozkirinê nemîne û di qada navetewî de jî bi reng û xemla gelê Kurd were pê?ke?kirin. Ev roja ku bermayiya bav û kalan e, divê wek roj û cejna kurdan li ser navê gelê Kurd, li seranserê dinyayê bi mîhrîcanên navnetewî were pê?ke?kirin û bibe danasîneke mezin ji bo gelê Kurd. Dîsa divê ev cejna neteweyî û xweserî gelê Kurd, di qada navnetewî de bi awayekî navdewletî li ser navê gelê Kurd bê pejirandin, bi merasîmên fermî bê pê?ke?kirin û tescîlkirin.

Her çiqas li rojhilata navîn jî ev roj wek roja destpêka biharê û xwenûkirina jiyanê were hesibandin û pîrozkirin jî, ev cejna ku bûye cejnek cîhanî, ba? tê zanîn ku bi dîroka xwe ji aliyê kurdan ve hatiye destpêkirin û cara yekem jî bi saya kurdekî bi navê Kawayê Hesinger pi?tî rûxandina deshilateke zordar hatiye pîrozkirin.

Rast e ku ev cejn bûye milk û nirxê gelên rojhilata navîn û cîhanê, lê ev cejna vejîn û ji nû ve jiyînê bi saya kurdan ketiye nav cejn û rojên taybet ên cîhanê. Lewma divê mafê xwediyên vê cejnê bê dayîn û ev cejn bibe Rojeke Cîhanî ya danasîna kurdan.

Newroz xwedî wateyên dewlemend e.

Ango Newroz tenê bi çend wateyan nayê ravekirin. Newroz ji bo gelê Kurd serbilindiyek e û diyarî ye ji bo hemû gelên bindest.

Newroz her wiha mizgîniya vejîn û xwenûkirina sirû?ta rengîn e. Newroz geh dibe serhildan û rênî?andera azadî û berxwedanê, geh jî dibe destpêka jiyaneke nû û bi bi?kivîna kulîlkên biharê re dibe sedem ji zîldana evînên nû re. Newroz ji bo kurdan rojeke pir û pir taybet e û Kurd hebûna xwe ya ji hezar salan vir ve, bi serbilindî dikarin bi vê cejna xwe ya pîroz ve jî girê bidin.

Newroz ji bo gelê Kurd pir watedar e.

Newroz roja xwedîlêderketina neteweyeke stûxwar û bejintewiyî ye.

Newroz bangewaziya azadiyê ye.

Newroz a?tî û aramiya civakê ye.

Newroz reng û xemla sirû?tê ye.

Newroz evîna keç û xortên nûgihayî ye.

Newroz alaya serkeftin û serfiraziyê ye.

Newroz ramûsanek ji axa welat e.

Newroz ?ahiya dilên ?ike?tî û birîndaran e.

Newroz ew agirê ku ber bi asîmanan ve hildiki?e ser çiya û baniyan e.

Newroz banga yekîtî û bihevrebûnê ye.

Newroz Cejna Kurdan e.

Newroz heqê Kurdan e.

About The Author