Her bijîn xort û keçên demoqrat!

Xortên Demoqrat bi rengên netewî pê?waziya Newrozê kirin

Xortên Demoqrat yên Amedê di pîrozbahiya Newrozê de wek salên berê bi rengên xwe yên netewî Newroza xwe pîroz kirin.

Di Newroza Amedê ku nêzî milyonek Kurd be?dar bûn, ti rengên netewî xuya nedibûn. Lê xortên demoqrat yên Amedê wek par û pêrar bi dehan alên Kurdistanê û posterekî mezin ê serok û rêberê ?ore?a Kurd Mele Mustafa Barzanî li qada Newrozê bilind kirin û bi hilgirtina poster û alên Kurdistanê li seranserê qadé gerandin.

Xelkê Amedê bi bilindkirina poster û alayên Kurdistanê matmayî man û bi germahiyek mezin û bi co? tevî vê gerandinê bûn û alên Kurdistanê dest bi dest ji aliyê xelkê ve li qada Newrozê hat gerandin.

Gelek balké? bû ku, di vê heyecanê de jin û xortên demoqrat bi yek dengî dirû?mên Yan KURDISTAN Yan Neman û Bijî KURDISTAN li qada Newrozê bi dengekî bilind qîriyan.

Wek tê zanîn, li Amedê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê BDP’iyan ve tê organîzekirin. Di vê organizeyê de her tim ji daxwaz û bendewariyê Kurdayetiyê dûr dimînin û ew rew? jî gelek caran ji aliyê xelkê Amedê ve ti car nehatiye pejirandin.

Xortên demoqrat li Bakurê Kurdistanê ji kêmanî û bê dengiya netewayetî gelek caran nerazîbûna xwe bi çalakiyên cûr be cûr nî?an didin. Daxwaza wan ew e ku li bakurê welêt bi bingehek Kurdewarî û bi xetek netewayetî bibin bersiva kêmaniyên siyasî.

Amed

About The Author

6 thoughts on “Her bijîn xort û keçên demoqrat!

  1. Destê wan sax bin ku lotikek ji imralî û aligirên wan re avêt û digel dilên xwe dilêm jî rehet kirin.

  2. Hay tu her biji.Newroz her cejni.bes AL serbilindiya me kurdanin.roj bèt ,netewèn me li bin siè ALA mè §ad u bextewar bijin.BARZANI ALA. ALA BARZANI.bla li jori semayi kurdistan ruhèn §EHIDEN kurdistan u shey SAID shad bit.ALA berzkin bla bo shedin kurdistan sibèr u senger bibit.spasi vefa bo vè.NEWROZ li vè piroz.

  3. An Kurdistan an Neman.
    De bashe gelo ka xebat, herkes dikare dirismeyan baveje le bele ka icraat.
    Hilgirtina alaya Kurdistanê, bes ba me sed car Kurdistan ava kiribû.
    Kî ev nivîs nivisandi be tu, belê, tu alaka vî bi objektîvîsme tuneye.

    Madê meriva li hev dixin.

    De rakin ala Kurdistanê lê belê nekin vesileya ziman direj kirinê.
    Bêjin “ An Kurdistan an Neman“ lê pêk bînin, tiste kû ev sîar ji we dixwaze….

  4. biji biji kurdistan her biji ala kurdistan bimre siroven teng u yek ali biji netewiti bimre nezikatiyen hizbiti li ser netewe re digre her biji serok u reberen kurda, ne xwezi bi wan kesen ku li amede tene cend ciwanen kurde yen bi ser fikra xwe ve ditin, her biji hemu ciwanen kurde yen li amede alen kurdayeti bilindkirin u heci keset newroz piroz kir.her biji gele kurde qehreman, bimre dujminatiye biratiye,geli kurden heja.

  5. Apoyîyan çawa cardin êrî? nekirin ala Kurdistanê ! Salên berê di gotin ew ne ala me ye ew al ya bîyanîya ye 🙂

  6. xebatkare Lotıxane çıqas je hatine ü zirekın,hewqas zirek ü jehatine,herroj sıtraneke dı bejın,,,sılav ü rez,,,,

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.