Rew?enbîrên Kowboy

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

?êro yekî bejinkurt bû. Lê ew bi çendê bejna xwe ya kurt jî, di bin erdê de hebû. Ma çi ne hatibû serê wî? Ji ber bayê xezeba azadiyê, mala wî wêran bûbû. Dê û bavê wî, di temenê xwe yê dawîn de ketibûn nav perî?aniyek mezin û her wisa neçar jî, ji vê dunyayê bar kiribûn û çûbûn. Xu?k û birayên wî, her yek ber bi hêlekê ve pekiyabûn, rêwî, penaber û berba bûbûn. Birayê ?êro, wek ?êro bi ?êro re ketibû zindanê û bi dehan sal hukum li ser wî hatibû birrîn. Yên li metropolên Tirkiyê, ?ev û roj, bê rawestan li pey karê destxistina nên bûn. ?êro jî, ji ser riya Filistînê, Libnanê Iraqê û Sûriyê re, hatibû li Swêdê bi cih bûbû. Lê tendurustiya wî ne li cih bû. Ji ber wan 14 gulleyên di la?ê wî de, li Swêdê ?e? caran emeliyat derbas kiribû.

    ?êro, yek ji têko?erên herî kevin ê Rêxistin’ê bû. Bi wê nesaxiya xwe jî, her roj diçû komeleya rêxistin’ê, li kar û barê komelê xwedî diderket. Berî ku welatparêz bên nav komelê, komel dimali?t, pak û xawen dikir. Xwarin û çay jî amade dikir. Kî dihat komelê, nan û çayê ?êroyê gazî dixwar û divexwar û pa?ê jî, mafê xwarina xwe didan komelê. Her bi vî awayî jî, komel lêçûna mehane, ya kirê, ya av û elektrîkê dida. Heger ne ji ?êro bûya, gerek rêxistinê ev tev lêçûnên komelê bida. Bi kurtî, tev barê vê komele ya mezin a vê rêxistin’a ev çend mezin, tev li ser milê wî ?êroyê bejinbiçûk û yê birîndar digeriya. Bêguman ?êro welatperwerekî bêhempa bû.

    Rojekê, ?êro dît ku va neçar Kurdên bi cil û bergên rêkûpêk, ketin nav komelê. Ji ber civatê derbas bûn, bêyî ku silav li civatê bidin, yekser ki?iyan jorê. Çûn li ber maseyekê, lingê xwe her wek kowboyan li piyê sendeliyan xistin û berê sendeliyan ber bi hêla xwe de zivirandin, pa?ê li ser rûni?tin.

     ?êro wan nas ne dikir. Ji hevalekî xwe pirsî got ‘Bi Xwedê dikî ev kî ne?’

    Hevalê wî gote wî:

    – Ev rew?enbîr in. Navê wan Amîd Dîcle, Qahar Çiya, Alîxan Kizîrî, Welat Botan e. Gava ew dihên nav komelê, bi gotina Kurdên Qonyê; hem ‘hawalî’ û hem jî ‘poxlî’ ne. Xwarin jî naecibînin. Qet ti?tekî jî naecibînin. Lê belê, gava diçin derve jî, li ber Swêdiyan xwe dikin wek mirî?kekê û xwe wisa biçûk dibînin. Ew komplêksa xwebiçûkdîtina ku li ser wan heye, li ser kesekî din nîn e.

    Pi?tî bi awir û axefên xwe yên seyr, ji xwe re têr û tije qurretî û begnaziyan li der û dora xwe barandin, pa?ê jî, her wek li restorantekê bin, bang li ‘garson’ kirin, destê xwe li hêla ?êro bilind kirin û ji ?êro re gotin:

    – Ca ji me re çar xwarin û pa?ê jî çay bîne! Heval! Îroj xwarin çi ye?

    ?êro rabû hat ber wan. Kurtedemekê li wan nerî. Ew ê bigota wan, ku ‘de rabin ser xwe kûçikbavino! Ev der komela ?ehîdan e! Ne ciyê we ye!’ Lê dîsan xwe ragirt û bi dengek nizm, lê belê pir bi biryardarî bersiva wan da û gote wan:

    – Îroj fasûlî û birinc heye.

    – Xwe? e? Pak hatiye çêkirin?

    – Min çêkiriye. Pir xwe? e.

    Pi?tî xwarin û çayvexwarinê, dîsan wek li dema ketina hundur, wisa bi quretî û begnaziyên xwe derketin û çûn. Ne pere dan û ne jî supasiyek li ?êro kirin ji bo vê xwarin û çayvexwarina Kurdî ya pir xwe?.

    ?êro di tevaya kar û barê komelê de erkdar ê herî pê?emîn bû. Xwedîxaniyê komelê yê Swêdî, hatibû ji komelê re diyar kiribû, ku divêt serê mehê ji komelê derkevin. ?êro pêwendiyên xwe yên bi saziyên Xaça Sor xistibû navberê û di heman hefteyê de, lokalek nuh ji komelê re peyde kiribû. Ji ber ku ?êro li Swêdê wek gaziyê ?erê navbera rêxistin’ê û dewleta Tirk dihat jimartin. Saziya Xaça Sor û saziya penaberan jî, ?êro pir ba? dinasîn û her karekî wî jî, bi dilxwe?î jê re dikirin. Lê belê lokala nuh pir gemar bû. Gelik kêmasiyên lokalê hebûn, ku diviya bihatana çakkirinê. Diviya ku lokal, hem bihata mali?tin, pakkirin û hem jî spîkirin.

    ?êro bi çend hevalên xwe yên nuh ên ku hîna destûra rûni?tina wan li Swêdê ne hatibû pejirandin û loma wisa pirê caran serdana komelê dikirin, dest avêtin van karan û bi giranî û tev bi serpere?tiya ?êro, ev karê pir girîng ê komelê di demek pir kurt de jî birin serî û bi dawî hanîn. Heger komele ev kar daba ?îrketekê, bi sedhezaran pere ji komelê dihat girtin.

    Komel pir ciwan û rind, ji berê jî ciwantir, dîsan berdest û amadeyê welatperwerên penaber bûbû.

    Roja din, rew?enbîr jî dîsan wek berê dest bi hat û çûnê kirin.

    Hevalekî ?êro ji ?êro re got:

    – Ca bala xwe bidiyê! Wek her caran va ne rew?enbîr jî dest pê kirin dihên komelê. Dîsan wek berê, diçin li ciyê herî serî dirûnin. Destê xwe navêjin çi karekî jî. Me komel ava kir, me komel pak û amade kir, lê nuha jî ew dihên û li ciyê herî guzîde dirûnin. Her tenê axiftin û ?oran pev re dikin. Tev jî gotinên pûç û vala.. Heger tenê bin jî, bi kedkarên komelê re, dîsan jî wisa bi adetî nadin û nastînin. Her tenê gava ku birçî bin, yan jî tihnî, ji ?êro re dibêjin ‘ca xwarinekê bîne!’, yan jî ‘ca çayekê bîne!’. Ev çi mirov in bi Xwedê dikî?

    Vê carê berî ku Amîd Dîcle ji ?êro’re bibêje ‘heval ca çayekê bîne!’ ?êro xwe nêzîkî Dîclê kir û jê pirsî:

    – Çawa dibînî? Komela me ya nuh xwe? bûye gelo?

Dîcle bi awirek mirûzî li ?êro nerî û bi kurtî gotê:

    – Herê herê, xwe? e xwe?.

    ?êro vê carê tam derfet dît ku toleya gelek carên berê, ji van Xwedê giravî rew?enbîrên qurre û begnaz hilîne. ?êro çavê xwe girt û devê xwe vekir:

    – Ma ev tenê?! ‘Xwe? e!’ Ma ne gerek e, ku te bigota hevalino destê we derd nebîne, we pir xwe? kiriye! Pir hêja ye! Pir ba? û qenc bûye? Supasî ji we re!

    Gava me destê xwe di vî karî de diteri?and, gelo tu li ku derê bûyî? Gava me ev destê xwe li nav wê gemara li vir diedimand, te hingê çi dikir? Nuha jî dîsan wek berê tu hatiyî li serê go?a herî jorê rûni?tiyî û silav jî nadî welatperweran! Ma tu kurê kê yî? Ma Kurdbûn ev e? Tu qurbana wî navî bî! Dîcle?! Gava gerîlla li Kurdistanê ?ehîd dibûn, hûn tev diçûn nik polîsên Ewrûpî we digot: ’Ev gerîllayê Kurdan tev terorîst in!’ Gava dewlet mirovê Kurd ji nav malên xwe diderxist û bê pirs û bê dadgeh wan wisa li serê kolanan gulebaran dikir, diku?t, we name ji Çîller û Silêman Demirel re dinivisand û we digot: ’Turkiye birliginin en atesli savunucularindanim!’ Lê nuha rêxistin xurt bûye, loma hûn wek mê?ên gî tev hatin bi ser de, ji bo ge?tek ji xwe re bibin. Ma ne wisa ye?

    Dîcle bi bihnek teng gotina ?êro birî:

    – Ma heval! Hinek ji me diçin serê çiya û hinek jî ji me dinivisînin. Ma kê gotiye terorîst?..

    ?êro ev klî?e pir car bihîstibû. Loma dengê Dîclê di cih de birî:

    – Rabe ser xwe û ji vir biqe?ite! Ew tehta ku te li ser rî, baranê zû de ?û?tiye. Ev ne komela berê ye. Nuha li vir her kes wek hev e. De yalla!

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: