MA DIZ DIGIRÎN?

Îrfanê Geverî yê Marîfanî,  bi bra û çend hevalên xwe ve diçin dizîya ?itû (zebe?) an.

Zevîyê ?itûyan li kendalekî ye. Li jêrî zevîyê zebe?an, zevîyek din heye, cihê wê de?t e.

Bra û hevalên Îrfan li pey hev rêz dibin. Îrfan  ?itûyan jêdike û li ber brayê xwe ve gêr dike/ digidirîne. Di dema gindirandinê de zebe?ek bi hêz tê û li serê brayê wî dikeve.

Bi lêketinê serê brayê wî dê?e, ?itû jî dipelixe û ava zebe? ya sor di ser rûyê wî de di herike.

Brayê Îrfan wisa hizir /goman /bawer dike ku serê wî ?ikestîye û ew xwîna serê wî ye di ser rûyê wî de diherike, dike qêrîn û girîn.

Îrfan jî bi ser brayê xwe de diqîre û dibê :

– Kuro neke girî qe?mer!  Em diz in-diz,  ma diz digirîn kurê kerê?

Îcar ev jî mesela me û hinek siyasetmedarên me ye.

Hinek siyasetmedar yan partîyên me wek wan dizan jî nayên. Dizên ku girî ji xwe re wek kêmanî û bêxîretîyê dibînin, ji hinek siyasetmedarên me wêrektir û bi xîrettir in. Ciwamêran hê ?eqamek li wan neketiye, hew we dît ji holê reviyan, teslîm bûn û dest bi înkara eslê xwe kirin.

Law ma serketin bê bedel, bê xwîn û bê pîkolî dibe oxlim?

Ma hûn wek Îrfanê diz jî nayên yaw, wî!

About The Author