Pelûla kelandî û ?orba nîskê, PDK-Bakur

Gelo haya we ji partîya PDK-Bakur heye? Yan jî partîyek bi navê PDK-Bakur maye û mabe jî çend parçe ye?

Birastî ez wek endamekî vê partîya qedîm nizanim çi bêjim, ji kê re bêjim û xwelîya heft gundan bi serê kê dakim.

Xwedêgiravî vê dawîyê PDK-Bakur kongreya xwe çêkir, meclîsek nû wek bûkek 14 salî hilbijart û hêvîyek mezin da me. Me bi dengekî bilind ji wan re lîland, li çepikan xist û me hêvî kir ku wê çawî? û ba?çawî?ên PDK-Bakur a nû dest bi lotikên qerase bikin. Lê yabo me dît dîsa çîrok heman çîrok e, eynî tas û eynî himam e, PDK-Bakur dîsa wek pelûl û ?orba nîskê ye û ji her serîyekî dengek derdikeve. Tew ji xwe meclîs û serokê nû cilik ki?andine ser serê xwe, pêjin û his ji wan nayê û meydan ji Xelo û Celo re hi?tine. Xelo, Celo û Selo dîsa li ser navê PDK-Bakur daxuyanîyan derdixin, dest danîne ser malpera partîyê û tew hesabê kesekî jî bi xirrê xwe nakin.

Kuro aferîn ji we re!

Bi namûs hûn mêr in!

Heke partîyek nikaribe xwedî li malpera xwe û li partîya xwe derkeve, hema bela bero?ek ?orba nîskê û pelûla kelandî bi serê xwe dake û xelas.

Law sayin çawî? û ba?çawî?ên meclîsa nû!

Ma hûn di guhê gê de ne babam?

Hûn ciwamêran ji partîya xwe îxrac dikin, lê kesên îxrackirî li ser navê we daxuyanîyan derdixin, pi?tgirîya namzetên serbixwe dikin û serê govendê dik?înin. Yan hûn jî wek Mahmûd Ehmedînejad li benda hatina “Hz. Mêhdî” ne cîgerim? Yan wek ciwamêran xwedî helwest bin, xwedî siyaset bin, bê helwest û bê siyaset nemînin, yan jî li mala xwe rûnên û bela Xelo, Celo û Selo çend pelên ku bi dara PDK-Bakur ve mane jî biwe?înin.

Werhasilî kelam, xwezî ji mîrê keremê re ku niha Faîq Bûcak û Saîd Elçî ji gorê rabûna û ev çawî?, ba?çawî? û generalên vê partîyê bidana ber mezreb û mîrkutan û hew. Law madem hûn xêrekê bi vê partîyê nakin û kevirekî danaynin ser kevirê din, qe nebe bihêlin bela ?ehîdên vê partîyê di gorê de rehet razên kaka….

Mersîn

About The Author

2 thoughts on “Pelûla kelandî û ?orba nîskê, PDK-Bakur

  1. Yabo kampa lavrion karakola tc bù.karakola kemalistan ji li Atina bù.içar kurd ji mexdure segbavan bù.ev camerè neyari braye Dara,yeki direj,rè§,por qijik,dirani pe§i qeftalok bù? hinèk mesul hebun 15 roj li istanbul;15 roj li lavrion bùn.ji mhp li vè ji ba partiya cep diman.kurd li der radizan.hawar u hawar.ci hebù?ci tunebù?

  2. Xelo, Celo û Selo hey hun b? qurbana selo b?n.nizan?m dertê we çiyi.hun ewqas zanenin we t??tek b?g?rna we xwe bi xelkê xwere qebul b?k?rna yan j? dev nawêj?n derdorê ce quna we rehete we ç?? ?in u m?rnê xelkêyi.mirov mirov be ç? kurt ç? t?rk ç? erep u ç? hem welati d?nye…

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.